Pereyên nû li bazara Dirbêsiyê peyda nabin

Şêniyên Dirbêsiyê got li bazarê pereyên nû peyda nabin û pêşniyar kir dema hatiye diyarkirin dirêj bibe.

Pereyên nû li bazara Dirbêsiyê peyda nabin
29 tîrmeh, 2026   11:24
HESEKÊ
MÎRAV ÎSO

Şêniyên bajarê Dirbêsiyê got pereyê nû yê Sûriyeyê li bazarê kêm e û dikandar dan û standinê bi pereyên kevn nakin.

Bedîi Beşar anî ziman ku pereyên nû nayên peydakirin û ev lê zêde kir: "Li bajarê me navendên pevguhertina pereyan nîn in û welatî neçar dimînin ku biçin Şamê heyanî ku pereyên kevn biguherînin. Em daxwaz dikin li bajarê me navendên pevguhertina pereyan vekin û miqdara pereyên nû zêde bibe. Hemû welatî neçar in berî dema hatiye diyarkirin (30 Tîrmeh), pereyên xwe biguherînin. Êdî dikandar nema dan û standinê bi pereyên kevn dikin. Ji ber vê yekê welatî nikarin pêdiviyên xwe pêk bînin. Em daxwaz dikin ku dema pevguhertina perayan dirêj bikin."

Cîhad Mihemed diyar kir ku kêmbûna pereyên nû bandorê li jiyana wan dike û wiha pê de çû: "Piştî ku dikandar û navendên tenduristiyê nema dan û standinê bi pereyên kevn dikin êdî em zehmetiyê dibînin. Ji ber ku gelek welatî pereyên nû li gel wan nîn in, vê yekê bandor li tevgera bazarê kir. Em nikarin pêdiviyên xwe yên rojane bikirin. Eger navendên pevguhertina pereyan vekin dê pirsgirêk çareser bibe û tevger li bazarê çêbe."

Banka Navendî ya Sûriyeyê di çarçoveya Biryarnameya 705’an de ku 29`ê Kanûna 2025`an derket, plansaziya pevguhertina pereyan danî. Li gorî plansaziyê sibê dema diyarkirî bi dawî dibe.

(np)

ANHA