Li Efrînê hêzên hikumeta demkî ji şêniyan re astengiyan derdixin

Piştî vegera koçberên Efrînê bo malên xwe, hîna jî kesên vegeriyayî ji hêla hêzên ewlekariyê yên hikumeta demkî ve rastî tengasiyan tên.

Li Efrînê hêzên hikumeta demkî ji şêniyan re astengiyan derdixin
29 tîrmeh, 2026   11:12
EFRÎN

Piştî Peymana 29'ê Çileyê ya di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk û hikumeta demkî de, koçberên Efrînê kom bi kom vegeriyan ser xaka xwe. Lê belê koçberên vegeriyane rastî gelek binpêkirin û astengiyan tên.

Îro, li ser benda kontrolê ya li têkentina bajarê Efrînê, gelek erebeyên şêniyan ji hêla endamên hêzên hikumeta demkî ve hatin rawestandin.

Sedema vê yekê jî ji ber hebûna nîşaneyeke li ser plakeyên erebeyên şêniyan e. Ev nîşane li ser hemû erebeyên ku berê li herêmên Rêveberiya Xweser hatin qeydkirin heye, lê hêzên hikumeta demkî vê nîşaneyê napejirînin.

Koçberekî ji ajansa me re diyar kir ku endamên hêzên hikumeta demkî got divê hûn van nîşaneyan jê bibin.

Koçberan diyar kir ku her nîşaneyeke nêzî Kurdan an Rêveberiya Xweser, dibe sedema astengiyan.

(k)

ANHA