DYA û Erebistana Siûdî êrişî Heşdî Şabî kirin

DYA û Erebistana Siudî bi hevre baregeh û navendên komên alîgirên Îranê yên li Iraqê hedef girtin.

DYA û Erebistana Siûdî êrişî Heşdî Şabî kirin
29 tîrmeh, 2026   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gor agahiyên ku çapemeniya Iraqê parvekirine, vê sibehê çend navend û baregehek komên ser bi Heşdî Şebî li Musil, Amirlî, Kerbela, Kerkûk, Besra û Bexdayê ji aliyê Amerîka û Erebistana Siudî ve hatin hedefgirtin. 

Hatiye diyarkirin ku li Musilê depoya çek û teqemeniyan hatiye hedefgirtin, di encamê de 15 çekdar hatine kuştin û birîndarkirin.

Her wiha hatiye diyarkirin di êrişa li Kerbelayê de jî 2 çekdarên mirî û birîndar hene.

Têkildarî êrişan, Berdevkê Wezareta Parastinê yê Erebistana Siudî, Lîwa Turkî Malikî ragihand, hêzên wan yên çekdar bi hemahengiya li gel Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) çend êrişek li ser komên çekdar yên di nava xaka Iraqê de pêkanîne ku wan koman êrişî ser saziyên neftê yên Erebistana Siudî kiribûn.

 Li gor gotina Lîwa Turkî Malikî, ev êriş wek bersiveke li dijî wan êrişên ku di rojên borî de li ser saziyên neftê yên Erebistana Siudî pêkhatine. Lîwa Tirkî got: “Hêzên çekdar yên Erebistana Siudî çend êrişek diyarkirî li nava xaka Iraqê de li ser çend armancek komên çekdar yên terorîst yên ser bi Îranê pêkanîn.”

 Di dewamê de Turkî Malikî dibêje; “Êrişên ku berî niha li ser Erebistana Siudî pêkhatin, ji nava xaka Iraqê hatin kirin. Ji ber wê Erebistana Siudî mafê wê yê rewaye ku parastinê li xak, serwerî û berjewendiyên xwe bike. Ev êriş tolsitandina li gor madeya 51 a Neteweyên Yekbûyî ye ku mafê xweparastinê dide welatan. Cihên ku hatine hedefgirtin, di rojên borî de ji wan cihan bi dronan êrişî ser bîrên neftê yên Erebistana Siudî hatibû kirin.”

 Hêjayî gotinê ye cara ewil Erebistana Siudî bi awayek fermî tevli êrişên Amerîka yên li dijî komên Heşdî Şebî dibe. Heta niha têkildarî êrişan hikûmeta Iraqê daxuyaniyek fermî nedaye.

 Heşdî Şebî daxuyand ku di êrişên li ser nuqteyên wan ên li Nînovayê de 8 endamên wan jiyana xwe ji dest dane û 4 jî birîndar bûne.