Pentagon: Me 2 baregehên Îranê li rojhilatê Sûriyeyê hedef girtin

Pentagonê bi balafirên F-16 du depoyên çek û cebilxaneyê li Sûriyeyê ku tê gotin ên hêzên girêdayî Îranê ne hedef girtin.

Pentagon: Me 2 baregehên Îranê li rojhilatê Sûriyeyê hedef girtin
27 cotmeh, 2023   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin daxuyand baregehên hatine hedefgirtin girêdayî komên ser bi Îranê ne.

Austin diyar kir ku êriş ku wekî bersiva rêzeêrişên “milîsên Îranê” li dijî hêzên Amerîkayê yên li Iraqê û Sûriyeyê, pêk hatine.

Rayedarekî leşkerî yê payebilind ê Amerîkayê jî ku nexwest nasnameya xwe eşkere bike, ji rojnamevanan re axivî û têkildarî êrişê ev detay parve kirin: “Êriş bi balafirên F-16 li dijî 2 depoyên çek û cebilxaneyê hatin kirin. Her du cihên hatine hedefgirtin li nêzî Bokemalê ne. Ev êriş wekî bersiva êrişên komên girêdayî Îranê yên li dijî hêzên me li Sûriye û Iraqê pêk hatin.”

(c)