Moşekek li navendek tenduristiyê ya Misirê ket

Medyaya Misirê ragihand ku moşekek li navendeke tendursitiyê ya bajarê Taba ketiye û di encamê de herî kêm 6 kes birîndar bûne.

Moşekek li navendek tenduristiyê ya Misirê ket
27 cotmeh, 2023   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Kenala El Qahîre El Îxbariye li gorî çavkaniyan ragihand ku vê sibehê moşekek ku ne diyare girêdayî Hemas an Îsraîlê ye, li bajarê Taba yê Misirê ketiye.

Li gorî heman kenalê, moşek li navendeke tenduristiyê ya li bajêr ketiye û di encamê de herî kêm 6 kes birîndar bûne.

Li ailyê din artêşa Îsraîlê diyar kir ku haya wan ji bûyerê heye.

Bajarê Taba yê Misirê li ser sînorên Misir-Îsraîlê li ser Deryaya Sor e û nêzî 220 kîlometreyan dûrî Xezayê ye.

(c)