Paşguhkirina Kurdan li parlamentoya Sûriyeyê û rewşa Sûdanê rojevên rojnameyan in

Rojnameyên erebî li ser rexneyên çavdêran ên têkildarî paşguhkirina Kurdan di hilbijartinên endamên parlamentoya Sûriyeyê de nivîsîn, her wiha bi nîqaşên li ser sedemên derengketina ragihandina peymanekê di navbera DYA û Îranê de jî nirxandin.

Paşguhkirina Kurdan li parlamentoya Sûriyeyê û rewşa Sûdanê rojevên rojnameyan in
25 gulan, 2026   10:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Mijara paşguhkirin nûnertiya Kurdan li Sûriyeyê, krîza Sûdanê û derengmayîna peymana Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), îro di rojeva medyaya erebî de bûn.

‘5 KURSÎ JI 210’AN: HILBIJARTINÊN ‘MECLISA GEL’ KURD PAŞGUH KIRIN’

Rojnameya Lubnanê El Exbar bal kişand ser hilbijartinên endamên parlamentoyê, an jî tiştê ku wek "Meclisa Gel" li Sûriyeyê tê zanîn. Rojnameyê nivîsî ku mekanîzmaya destnîşankirina endaman bi aşkerayî Kurd paşguh kirine, piştî ku Kurdan tenê 5 kursî ji 210 kursiyan di meclisê de bi dest xistin.

Her wiha destnîşan kir ku hilbijartin bi rêya "desteyeke hilbijartinê" pêk hat ku ji 3’yan 2’yê endamên meclisê destnîşan dike. Rojameyê nivîsî ku ev pêvajo ji hilbijartineke rastîn wêdetir "tayînkirineke veşartî" ye.

Rojnameyê her wiha rexne li nûnertiya qels a jinan kir, ji ber ku di lîsteya namzetên "hilbijartî" de tenê jinek hebû.

‘SÛDAN HÎN JÎ LI ÇARESERIYEKÊ DIGERE’

Der barê rewşa Sûdanê de rojnameya El Xalîc behsa berdewamiya şerê li Sûdanê di sala çaremîn de kir û diyar kir ku welat ji her çareseriyeke siyasî dûr e, ji ber pevçûnên berdewam ên di navbera serokê artêşa Sûdanê Ebdulfetah El Burhan û fermandarê Hêzên Piştgiriya Lezgîn Mihemed Hemdan Dagalo de.

Rojnameyê diyar kir ku însiyatîfa çaralî ku Îmarat, Erebistana Siûdî, Misir û DYA di nav de ne, çarçoveya herî cidî ye ji bo dîtina çareseriyeke siyasî, ji ber nexşerêya wê ya zelal û pabendbûna aliyên Sûdanê.

‘SEDEMA DERENGKETINA RAGIHANDINA PEYMANA ÎRAN-DYA’YÊ ÇI YE?’

Rojnameya El Nehar behsa sedemên derengketina ragihandina rêkeftineke muhtemel a di navbera DYA û Îranê de kir û aşkera kir ku li gorî agahiyên îstîxbarata DYA’yê sedema vê yekê ew e ku tecrîda rêberê bilind ê Îranê Mucteba Xamineyî û zehmetiya têkiliyên bi wî re ji ber tedbîrên ewlehiyê yên hişk ê nû distîne, piştî ku di êrişên berê yên DYA û Îsraîlê de birîndar bû.

Her wiha rojnameyê li ser zimanê rayedarên DYA`yê diyar kir ku piraniya rêberên îranî di stargehên asê de dijîn û ji tirsa êrişan ji têkiliya rasterast dûr dikevin ku ev yek pêvajoya biryardanê ya der barê rêkeftina di navbera Tehran û Washingtonê de dereng dixe.

(k)