Îsraîlê kuştina leşkerekî xwe ragihand

Artêşa Îsrîalê ragihand ku li başûrê Lubnanê leşkerekî wê hatiye kuştin û yekî din birîndar bûye.

Îsraîlê kuştina leşkerekî xwe ragihand
25 gulan, 2026   09:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê îro ragihand ku leşkerekî wê yê 19 salî duh di şerê li başûrê Lubnanê de hat kuştin.

Di daxuyaniya artêşê de ku li ser Telegramê hatiye weşandin hatiye gotin, ji destpêka şerê li djiî Hizbullahê ve (2 Adar 2026) ve 23 leşkerên wê li Lubnanê hatine kuştine.

Artêşê di daxuyaniyek din de ragihand ku di heman bûyerê de leşkerekî din bi giranî birîndar bûye û destnîşan kir ku operasyonên wê li başûrê Lubnanê didomin.

(bb)