Serokkomarê Lubnanê: Vekişîna Îsraîlê ji Lubnanê daxwazeke jêneger e

Serokkomarê Lubnanê Jozef Ewn got vekişîna bi temamî ya Îsraîlê ji başûrê Lubnanê, daxwazeke pêşîn a neteweyî ya jêneger e.

Serokkomarê Lubnanê: Vekişîna Îsraîlê ji Lubnanê daxwazeke jêneger e
25 gulan, 2026   10:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Lubnanê Jozef Ewn bi boneya salvegera 26‘an a vekişîna Îsraîlê ji başûrê Lubnanê daxuyaniyek da.

Ewn got: "Salvegera rizgarkirinê di demekê de tê ku Lubnan di rewşeke biêş de ye. Êrişên Îsraîlê nesekinîne. Gundên li başûr hîna di bin nîrê dagirkeriyeke nû de dinalin. Lubnan dê vê rewşê qebûl neke û ew ê tawîzan nede. Rêya vekişîna bi temamî ya Îsraîlê daxwazeke neteweyî ya sabit e ku dewleta Lubnanê hewl dide bi rêya dan û standinan pêk bîne."

Serokkomarê Lubnanê her wiha got dan û standin ne tawîzek an teslîmbûnek e, lê mafê taybet ê Lubnanê ye ku ax û serweriya xwe biparêze û desthilatdariya xwe bi rêya artêş û hêzên ewlehiyê yên rewa berfireh bike.”

Ewn destnîşan kir ku biryara dewletê îradeyeke neteweyî ya pir girîng ji bo vegerandina serweriyê nîşan dide.

Jozef Ewn got: "Rizgarkirina başûr erkek e ku dewlet bi piştgiriya gelê xwe hildigire, ji ber ku di encamê de vebijêrkek e ku alternatîfek wê tune ye."

Daxuyaniya Ewn piştî rexneyên sekreterê giştî yê Hizbullahê Neîm Qasim hatin dayîn ku gotibû "Eger hikumet nikare serweriyê biparêze bila biçe."

Qasim anîbû ziman ku DYA, dewleta Lubnanê û siyaseta wê bi rê ve dibe. Her wiha dan û standinên rasterast ên bi Îsraîlê re red kirin û bêçekkirin wek "qirkirin" bi nav kir.

(bb)