Pasdarên Îranê: Me qonaxa parstinê derbaz kir, niha di qonaxa êrişê dene

Fermandarê Pasdarên Şoreşa Îslamî General Hesen Hesanzadeh diyar kir ku wan di şerê xwe yê li dijî DYA’yê de qonaxa parastinê derbas kirine û got: “Îro em di qonaxa destpêka operasyonên êrişê de ne.”

Pasdarên Îranê: Me qonaxa parstinê derbaz kir, niha di qonaxa êrişê dene
10 îlon, 2026   10:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Mehrê, General Hesen Hesanzadeh di tetbîqata Pasdarên Şoreşê de axivî û got: “Me qonaxa parastinê li paş xwe hişt û îro em di qonaxa destpêkirina operasyonên êrişê de ne. Di vê qonaxê dê dijmin di nêz de bandora wê fêm bikin.”

Hesanzadeh di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anîn ziman: “Îro, li ber çavên cîhanê, li erdnîgariyeke teng a wekî Kendava Basrayê û Tengava Hurmuzê, heman dijmin ketine di nav destên bihêz ên hêzên deryayî û esmanî yên Pasdarên Şoreşê de. Ew şevên xwe bi stres û fikar derbas dikin.”

Hesanzadeh diyar kir ku ew amade ne li her dera Îranê operasyonên êrişê yên lezgîn pêk bînin û got: “Îro em amade ne li her dera welat bi lezgîn amade bibin û di her rewşê de dijmin tune bikin. Ji ber ku bi tetbîqatên ku di salên dawî de hatine dubarekirin, kapasîteya veguhestina lezgîn û operasyonên taybet û pisporî hatine bidestxistin. Ev nêzîkatiya êrişê peyamek zelal dide dijminan.”