Ukraynayê herêma gaza xwezayî ya li Sîbîryayê bombebaran kir

Hêzên Ukraynayê cara yekemîn kompleksa gazê ya li bajarê Novy Urengoy ê dikeve bakurê Sîbîryayê bombebaran kir, Rûsyayê jî bersiv da.

Ukraynayê herêma gaza xwezayî ya li Sîbîryayê bombebaran kir
10 îlon, 2026   10:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Ukraynayê ragihand ku duh (çarşem) Rûsyayê Bendera Mîkolayîvê û binesaziya sivîl û pîşesazî ya herêmê bombebaran kiriye û di encamê de 4 kes hatine kuştin û 19 kes birîndar bûne. Rûsyayê jî ragihand ku dema Ukraynayê kompleksa pîşesaziyê ya herêma hilberandina gaza xwezayî ya li bakurê Sîbîryayê bombebaran kir, wê bender û keştiyên Ukraynayê bombebaran kirine.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê da zanîn ku dronan binesaziya navenda belavkirina gumrikê ya bendera Çornomorskê ya li kantona Odessayê bombebaran kir û li van kompleksan barhilgirên leşkerî yên dewletên biyanî didin hêzên Ukraynayê, depo dikin.

Her wiha wezaretê diyar kir ku li bendera Odessayê 2 keştiyên barhilgir û li Mîkolayîvê depoyeke dronan a hêzên Ukraynayê bombebaran kirine.

Reutersê jî da zanîn ku dronên Ukraynayê komplekseke pîşesazî ya li bajarê Novy Urengoy ê Sîbîryayê bombebaran kir û ev cara yekemîn e herêma gaza xwezayî ya Rûsyayê tê bombebarankirin.

Novy Urengoy 3 hezar km ji Ukraynayê dûr e û yek ji bajarên Rûsyayê ye ku herî zêde gaza xwezayî lê heye.

(np)