Li dijî endamên Hizbullah êrişa sîberê

Êrişeke sîberê li dijî alavên bêtêl (telefon) ku di destê endamên Hizbullah de bûn pêk hat û di encamê de bi dehan kuştî û birîndar çêbûn. Tê texmînkirin ku Îsraîlê êriş pêk aniye.

Li dijî endamên Hizbullah êrişa sîberê
Li dijî endamên Hizbullah êrişa sîberê
17 îlon, 2024   18:21
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Lubnanê, bi dehan kuştî û birîndar gihaştin nexweşxaneyên cuda yên li welat.

Di dîmenên li ser dezgehên çapemeniyê û hin kanalên nûçeyan ên Erebî de hatine belavkirin de tê diyarkirin ku telefonên di destên qurbaniyan de hatin teqandin.

Şahidan destnîşan kir ku dema qurbaniyan hewl dide peyamên ji wan re hatine vekirin, telefon diteqîn.

Girêdayî mijarê, dezgehên çapemeniyê yên Îranê ragihand ku balyozê Îranê ya bo Lubnanê Muctebî Amanî di teqandina telefona xwe de birîndar bû.

Her wiha dezgehên çapemeniyê ragihand ku rêzeteqandinên telefonan gihaşt Sûriyeyê jî.

(fr)