Parêzerê Silêman Ehmed dê serî li Dadgeha Federal a Iraqê bide

Parêzerê rojnamevan Silêman Ehmed ji bo hevdîtina bi muwekîlê xwe re çend caran serî li dadgeriya Dihokê da, lê tevî destûra dadgehê jî, asayîşa PDK’ê nehişt hevdîtin pêk were. Parêzer dê di demeke herî nêz de serî li Dadgeha Federal a Iraqê bide.

Parêzerê Silêman Ehmed dê serî li Dadgeha Federal a Iraqê bide
14 sibat, 2024   04:35
NAVENDA NÛÇEYAN 
CÎHAN BÎLGÎN

Rojnamevan û edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed di 1’ê Cotmehê de ji bo serdanê çû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsud a Helebê û bi fermî di deriyê Pêşxabûr derbasî Rojavayê Kurdistanê dibe. Di 25’ê Cotmehê de Silêman Ehmed xwest di deriyê Pêşxabûr re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe lê li wir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 113 roj e tu agahî jê nayên girtin.

Der barê revandina rojnamevan Silêman Ehmed û hewldanên hiqûqî de parêzerê wî Nerîman Ehmed Reşîd ji ANHA`yê re axivî.

`JI BER ZEXTÊ DAXUYANÎ DAN LÊ DESTÛRA HEVDÎTINÊ NEDAN`

Nerîman Ehmed Reşîd anî ziman ku ji destpêka girtina Silêman Ehmed heta îro hewldanên wan hene ku xwe bigihînin Silêman Ehmed û diyar kir ku ev mafê herî rewa yê wan û yê Silêman Ehmed e. Reşîd qanûnên Iraqê û Başûrê Kurdistanê destnîşan kirin û got: “Piştî saetan 24 saetan parêzer dikarin hevdîtinê pêk bînin. Agahî me girtibû ku Silêman Ehmed li Asayîşê hatiye girtin. Lê Asayîşê her tim digot `li vir nîn e`. Piştî hewldan û zextên raya giştî neçar man ku daxuyaniyeke bidin û bibêjin `Silêman Ehmed me desteser kiriye.”

 BIRYARA DADGER HAT BINPÊKIRIN

Parêzer Reşîd anî ziman piştî daxuyaniyê dîsa serlêdana asayîşa Dihokê kirine ku rojnamevan Silêman Ehmed bibînin lê destûra parêzeran nehatiye dayîn û got: “Asayîşa Dihokê dîsa ji me re got `Silêman Ehmed ne li vir e`. Me 2 caran serî li Dadgeha Dihokê kir û 2 caran jî dadger biryara daxwaznameya me ya hevdîtina Silêman Ehmed da. Lê Asayîşê ev biryar jî binpê kir. Li gorî qanûna darazê ya Iraqê madeya 40’an divê her aliyek li gorî biryara dadger bimeşe. Lê Asayîşê rê neda em Silêman Ehmed bibînin û bibin wekîlê wî.”

`EM Ê SERÎ LI DADGEHA FEDERAL BIDIN`

“Li gorî destûra Iraqê madeya 19`an divê parêzerê her girtiyekî hebe û bê parêzer tiştekî neke.” Parêzer Reşîd bal kişand ser vê biryarê û anî ziman ku asayîşa Dihokê û hikumeta Başûrê Kurdistanê aşkera destûra xwe binpê dikin. Narîman Ehmed Reşîd diyar kir ku dê bi her awayî têkoşîna hiqûqî bidin meşandin û got: “Heta niha asayîşa Dihokê û hikumeta Başûrê Kurdistanê rê nadin parêzer û dezgehên cuda serlêdana Silêman Ehmed bikin. Her tim ji me re hincetên nerast ên wekî `li vir nîn e, hîn lêpirsîn xilas nebûye` dibêjin. Em ê di demekê herî nêz de serî li Dadgeha Federal a Iraqê bidin. Wê bi her awayî hewldanên me yên hiqûqî dewam bikin.”

ANHA