Parêzerê Rêber Abdullah Ocalan ê Îtalî: Bersiva serlêdanên me nehat dayîn

Parêzer Arturo Salernî da zanîn ku wan gelek caran serî li hikûmet û parlamentoya Îtalyayê daye ku  di çarçoveya mafê îltîcayê de ji bo parastina Rêber Abdullah Ocalan gavên dîplomatîk bavêjin, lê siyaseta Îtalyayê di 25 salan de tiştekî girîng nekiriye.

Parêzerê Rêber Abdullah Ocalan ê Îtalî: Bersiva serlêdanên me nehat dayîn
14 sibat, 2024   02:38
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Serokê Koalîsyona Maf û Azadiyên Sivîl a Îtalyayê Arturo Salernî ku dema Rêber Abdullah Ocalan çûye Îtalyayê (1998-99) parêzeriya wî kiribû, bi minasebeta salvegera komploya 15’ê Sibatê ji ANHA’yê re axivî. 

Aturo Salernî destnîşan kir ku dema wî parêzeriya Rêber Abdullah Ocalan dikir têkoşîna gelê Kurd jî nas kiriye û got: “Di pêvajoya ku Abdullah Ocalan li Romayê ma de, ji aliyê gelê Îtalyayê ve pir hat heskirin; ruhekî girîng ê piştevaniyê afirandn. Bi şoreşa Rojava re heskirina gelê Îtalî ji bo gelê Kurd zêdetir bû.”

‘DADGEHÊ TEVÎ DIJBERİYA ÎTALYA Û TIRKIYEYÊ JÎ BIRYAYA ÎLTÎCAYÊ DA’

Arturo Salernî diyar kir ku dema Rêber Abdullah Ocalan li Romayê bû, wî ji bo bidestxistina mafê îltîcayê xebat meşandine, pêvajo şopandiye û wiha dom kir: “Piştî Ocalan ji Îtalyayê derkete, di pêvajoya ku rasdestî Tirkiyeyê hat kirin de dadgeha Romayê biryara mafê îltîcayê da.”

Salernî bal kişand ku dadgehê tevî dijberiya desthilatdariyên Îtalya û Tirkiyeyê jî biryara îltîcayê daye û wî jî di pêvajoya piştre re de ji bo ku li gorî biryarê gavên pêwîst werin avêtin xebat hiqûqî meşandine.

Salernî da zanîn ku wî di çarçoveya mafê îltîcayê de gelek caran serî li hikûmet û parlamentoya Îtalyayê daye û xwestiye ku ji parastina Rêber Abdullah Ocalan gavên dîplomatîk bên avêtin û wiha pê de çû: “Lê siyaseta Îtalyayê di van 25 salan de gaveke ber bi çav ne avêtiye. Li Îtalyayê komîteyeke ji bo serbest berdana pêşengê nasyar ê miletekî ku tu mafên wan ên bingehîn nîn in, kar dike heye. Ev komîte xebatên xwe didomîne.” 

 Arturo Salernî diyar kir ku rewşa girtîbûna Rêber Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî li dijî biryarên Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê yên têkildarî rewşa girtin, standart û parastina girtiyan e. Salernî, xwest ku Îtalya berpirsyariya xwe ya derbarê biryara mafê îltîcayê ku ji aliyê dageha wê ve hatiye dayîn û nayê betalkirin de bicîh bîne.

(a)