Çalakî û pêngavên li dijî komplo û tecrîdê

Ji sala 1998’an ve li dijî komploya navnetewî û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan bi dehan înîsiyatîf hatin avakirin, bi sedan kampanya û çalakî hatin pêkanîn, nêzî 14 milyon îmze hatin komkirin. Berdevkê Platforma Ji Abdullah Ocalan re Azadî Hatîp Dîcle bal kişand ku serkeftinên girîng hatine bidestxistin, lê ji bo azadiya fizikî ya Rêber Abdullah Ocalan pêwîste têkoşîn heta serkeftinê bidome.

Çalakî û pêngavên li dijî komplo û tecrîdê
14 sibat, 2024   03:38
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

Li hemberî komploya naventewî ku dijî Rêber Abdullah Ocalan 9`ê Cotmeha 1998`an hat destpêkirin û 15’ê Sibata 1999’an bi radestkirina wî ji bo dewleta Tirk a dagiker re dom kir, ev 25 sal in têkoşînek bênavber tê meşandin.

Di  salvegera 25’an a komploya 15’ê sibatê de me çalakî û pêngavên girîng ên ku li Kurdistan û cîhanê hatine meşandin kom kirin.

ÇALAKIYA HERÎ MEZIN 

Li dijî komploya navnetewî çalakiya herî mezin û yekemîn çalakiyên “Hûn nikarin roja me tarî bikin” e. Girtiyê siyasî Mehmet Halît Oral di şeva 9’ê Cotmeha 1998’an de li girtîgeha Mereşê bedena xwe da ber agir û pêvajoyek da destpêkirin. Çalakî li çar aliyên cîhanê belav bû û zêdetirî 100 kesan agir berdan bedena xwe. Herî dawî di 12`ê Çileya 2023`yan de li Mêrdînê welatparêzê bi navê Bubo Taş û 16`ê Çileya 2023`yan li navçeya Sûrê ya Amedê ciwanê bi navê Mehmet Akar agir berdan bedenên xwe û şehîd ketin.

YEKEMÎN ÎNÎSIYATÎF

Piştî komployê di qada navnetewî de ji bo Rêber Abdullah Ocalan yekemîn hewldana mezin di Adara 1999'an de çêbû. Gelek nivîskar, rewşenbîrên ku di nava wan de yên xelata Nobelê girtine jî hebûn, parlamenter, parêzer û rêxistinên sivîl ên ji welatên cuda, Înîsiyatîfa, “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, Ji Kurdistanê re Aştî” ava kir. Înîsiyatîfê di qada navnetewî de hem danasîna fikrên Rêber Abdullah Ocalan kir û li gelek deverên cuda înîsayatîfên herêmî ava kirin. Di vê çarçoveyê de pirtûkên Rêber Abdullah Ocalan ji bo zimanên biyanî hatin wergerkirin. Li dijî cezayê darvekirinê xebat hatin meşandin û ji bo vegotina rastiya komployê lig elek deverên cîhanê civîn, semîner û konferans hatin lidarxistin. Înîsiyatîfa ku kampanyayên îmzeyan jî meşandin, hîn xebatên xwe didomîne.  

10 Kanûna 2001`an li zindanên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê girtiyên siyasî “Kampanyaya Xwedîderketin û Parastina Rêbertiyê” dan destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de li zindanan grevên birçîbûnê yên dorveger hatin destpêkirin. Kampanya di demek kin de li Tirkiye û Ewrupayê belav bû û heta 15`ê Sibata 2003`yan de berdewam kir.

LI BAKÛR KAMPANYAYÊN ÎMZEYAN

Di navbera 1`ê Sibat û 1’ê Gulana 2004`an de Tevgera Ciwanên Serbixwe (BAGEH) di çarçoveya kampanyaya “Ji Rêbertî re azadî” de daxwaznameyên bi navê “Îradeya me dîl hatiye girtin” pêşkêşî meclisa Tirkiyeyê kirin. Tenê li 12 bajar û navçeyên Bakurê Kurdistanê 94 hezar û 941 daxwazname hatin komkirin û radestî Meclîsa Tirkiyeyê hatin kirin.

Li Bakûr, Tevgera Hemwelatiyên Azad, di navbera Tîrmeha 2005 – Gulana 2006`an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kampanyaya “Ocalan vîna min a sîyasî ye” meşand û 2 mîlyon 43 hezar îmze kom kirin. Di çarçoveya heman kampanyayê de li Ewropayê jî milyonek û 200 hezar îmze hatin komkirin. Îmze ji saziyên Ewrupayê re hatin şandin.

ÇALAKIYÊN JI BO MERCÊN ÎMRALIYÊ

Di 1’ê Adara 2007’an de li Romayê parêzerên Rêber Abdullah Ocalan daxuyaniyek dan û ragihandin ku miwekîlê wan bi awayekî sîstematîk hatiye jehrîkirin. Piştî daxuyaniyê li çar perçeyên Kurdistanê û Ewrupayê bi dirûşma “Tenduristiya Ocalan tenduristiya me ye” kampanya hat destpêkirin.

Di 11’ê Nîsana 2007’an de 18 çalakvanan li bajarê Strasbourg a Fransayê dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Rêber Abdullah Ocalan ji çalakvanan re peyama “Bijîn û wisa li ber xwe bidin” şand. Li ser vê pêyamê çalakî di roja 39’an de hate bidawîkirin.

Sala 2007’an Endama Parlamentoya Ewropayê ya wê demê Feleknas Uca bi 7 parlamenteran re li ser daxwaza rêkirina komeke tenduristiyê ya serbixwe ji Îmraliyê re kampanyaya îmzeyan dan destpêkirin. Di nav hefteyekê de 103 hezar û 417 îmze hatin komkirin û 11’ê gulana 2007’an radestî Sekreterê Lijneya Rêveber a CPT’yê hatin kirin. Kampanya li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê bi çalakiyên grevên birçîbûnê yên dorveger berdewam kir. Piştî van çalakiyan şandeyeke CPT’yê çû Îmraliyê.

1`ê Gulana 2007`an piştî daxuyaniya parêzerên Rêber Abdullah Ocalan, li Kurdistan û derveyî welat pêngava “Êdî Bes e” hat destpêkirin û bandorek gelekî mezin çêkir. 

15’ê Kanûna 2007’an bi armanca başkirina mercên tenduristiyên yên Rêber Abdullah Ocalan li Amedê kampanyaya şandina nameyan bi şandina 900 nameyan dest pê kir. Ji gelek bajar û navçeyên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê bi sedan kesan ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclisê, Komîsyona Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê (KE) û Rêxistina Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) re name şandin.

36 HEZAR KESAN GILIYA XWE KIR

23’ê Gulana 2009’an dijî ‘ceza’ û lêpirsînên derbarê kesên ku gotina “Birêz Abdullah Ocalan” bikar anîne de hatine vekirin, kampanyaya “Eger bilêvkirina birêz Abdullah Ocalan sûc be, ez jî vî sûcî dikim û giliya xwe dikim” hat destpêkirin. Di nava 48 rojan de 36 hezar kesan daxwazname dan. Di sala 2012’an de gotina “Birêz Ocalan” ji çarçoveya ‘sûç’ hat derxistin.

10 MILYON Û 328 HEZAR Û 623 ÎMZE

Înîsiyatîfa “Ji Ocalan re Azadî” di 6’ê Îlona 2012’an de li paytexta Belçîka Brukselê kampanyaya “Ji Ocalan û hemû girtiyên siyasî re azadî” da destpêkirin. Kampanyaya ku li Ewropa, Tirkiye û Kurdistanê hat meşandin 3 salan dom kir û di encamê de 10 milyon 328 hezar û 623 îmze hatin komkirin. Îmze 13'ê Sibata 2015'an radestî Konseya Ewropayê hatin kirin. Kampanya bû yek ji kampanyayên navnetewî ku herî zêde îmza hatine komkirin.

ROJIYA MIRINÊ

Bi armanca başkirina şert û mercên tenduristî, ewlehî û pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan girtiyên siyasî 12’ê Îlona 2012’an dest bi greva birçîbûnê kirin. Çalakiya ku piştre veguherî rojiya mirinê bi peyama Rêber Abdullah Ocalan di roja 68’an de bi dawî bû.

ÇALAKIYA SENDÎKAYÊN INGILÎSTANÊ

Di Nîsana 2016’an de Mezintirîn sendîkayên Ingilistanê yên bi navên Unite The Union û GMB kampanyaya “Freedom for Ocalan (Ji bo Ocalan Azadî)” dan destpêkirin. Herî kêm 15 sendîqa tevlî pêngavê bûn.

ÇALAKIYA DOMDIRÊJ

25’ê Hezîrana 2012’an bajarê Strasbourg ê Fransayê li qada ku avahiyên Konseya Ewropayê (KE), Parlamentoya Ewropayê (PE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û CPT lê hene, çalakiya nobetê ya bi navê “Ji bo Abdullah Ocalan Azadî” hate destpêkirin û bi vegûhestina koman re heta niha didome.

DI ROJA 8’AN A GRÊVÊ HEVDÎTIN PÊK HAT

Li Tirkiyeyê piştî pevçûn û nakokiyên navbera rêxistina Fetullah û AKP’ê yên 15’ê Tîrmeha 2016’an, nûçeyên derbarê jiyana Rêber Abdullah Ocalan de hatin belavkirin. Li ser vê yekê li gelek bajar û navçeyan nobetên “Ji Ocalan re Azadî” hatin destpêkirin.

Di Îlona 2016’an de li Amedê bi daxwaza hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re, bi pêşengiya DTK, HDK, KJA, DBP û HDP’ê bi beşdariya 50 dildaran greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger hat destpêkirin. Birayê Rêber Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan di roja 8’an a greva birçîbûnê de çû Îmraliyê. Piştî hevdîtina bi Rêber Abdullah Ocalan re çalakî bi dawî bû.

Endamên meclisên şaredariyên xwecih ên Ingilîstanê û Meclisa Şaredariya Londonê piştgirî dan doza Rêber Abdullah Ocalan û di 25′ê Îlona 2018′an pêngaveke bi dirûşma "Ji Kurdistanê re edalet" dan destpêkirin.

ROJIYA MIRINÊ Û ÇALAKIYÊN FEDAÎ

Hevseroka KCD`ê Leyla Guven di 8’ê Mijdara 2018’an de li dijî tecrîdê, çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger da destpêkirin. Paşê li zindanan jî greva birçîbûnê û rojiya mirinê hate destpêkirin. Di wê pêvajoyê de girtiyên siyasî Yonca Akici, Zulkuf Gezen, Ûgûr Şakar, Ayten Beçet, Zehra Saglam, Medya Çinar, Siraç Yuksek û Mahsum Pamay li zindanê agir berdan bedena xwe û şehîd bûn. Di encama grevên birçîbûnê û rojiya mirinê de parêzeran 5 caran bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anîn û bi banga Rêber Abdullah Ocalan re grevên birçîbûnê û rojiya mirinê bi dawî bûn.

LI BAKÛR Û ROJHILATÊ SURIYEYÊ NÊZÎ 3 MILYON ÎMZE

Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di 9’ê Cotmeha 2019'an ji aliyê gelek siyasetmedar, hiqûqnas, bijîşk, şêx û rûspiyên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen ve hat avakirin. Di 14 Sibata 2021`an de Înîsiyatîfa Parêzerên Sûriyeyê ya Parastina Rêber Abdullah Ocalan avabû. Xebatên herî girîng yên van înîsiyatifan ew bûn ku 691 parêzerên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Sûriyeyê di 19’ê Îlona 2022’yan de ji Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê re name şandin û xwestin biçin Îmraliyê. Înîsiyatîfa Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê di sala 2023`yan de li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 2 milyon û 646 hezar û 211 îmze kom kirin û ji CPT, NY`ê re şandin. Di heman salê de 1025 parêzerên li Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û Suriyeyê îmze dijî tecrîdê serî li Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî dan.

`DEM DEMA AZADIYÊ YE`

KCK`ê di 10’ê Îlona 2020’an de bi daxuyaniyekê kampanya “Dem Dema Azadiyê” da destpêkirin. Li çar aliyên cîhanê ruxmî vîrûsa koronayê jî bi mîlyonan kesên ku di nava wan de hûnermend, akademîsyen, siyasetmedar, rewşenbîr û kesên navdar jî hebûn, tevlî pêngavê bûn. Li çar parçeyên Kurdistanê jî di çarçoveya pêngavê de gelek çalakî hatin lidarxistin.

11’ê Çileya 2021′an, Koma Xebatê ya Kurdan a Afrîkaya Başûr (KHRAG) û Konfederasyona Sendîkayan a Afrîkaya Başûr (COSATU) bi dirûşma “Dema wê hatiye, ji bo aştiyeke wekhev a li Tirkiyeyê azadî ji Abdullah Ocalan re” pêngavek da destpêkirin. Gelek sazî tevlî pêngavê bûn û name ji NY`ê re hatin şandin.

Girtiyên siyasî yên li zindanên Tirkiye û Bakûr ji bo rakirina tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan 27’ê Mijdara 2020’an dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirin. Zêdeyî 2 hezar girtî li 107 zîndanan tevlî çalakiyê bûn. Li Kampa Lavrîo ya Yewnanîstanê û Wargeha Mexmûrê jî bi ketina grevê re piştgirî hat dayîn. Greva birçîbûnê ya girtiyan a ku 290 rojan berdewam kir, 12’ê Îlona 2021’an bi dawî bû.

Di 15’ê sibata 2021’an de zêdetirî sed hunermend, rojnameger û nivîskarên navdar ên cîhanê bi sernavê “Ji bo Abdullah Ocalan azadî” deklarasyonek weşandin û banga: “Zêdetirî 20 sal derbas bûn û divê Abdullah Ocalan azad bibe” kirin.

ÎNÎSIYATÎFÊN LI ROJHILATA NAVÎN

Înîsiyatîfa Erebî ya ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan bi pêşengiya komek rewşenbîrên Misrî di salvegera 22`yan a Komploya 15’ê Sibatê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hate avakirin.

Di 4’ê Hezîrana 2022`yan de aktîvîstên jin ên ji Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê li paytexta Lubnan Beyrûdê bi civînek çapemeniyê Înîsiyatîfa ji bo Azadiya Ocalan (NUN) ava kirin.

Tevgera Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK) di navbera 11 û 25’ê Nîsana 2023’yan de bi dirûşmeya “Rêber Ocalan Hêvîdar e” kampanya da destpêkirin. Di encama kampanyayê de jinan bi sedan name ji Neteweyên Yekbûyî (NY) re şandin.

Li 105 NAVENDÊN CÎHANÊ ÇALAKÎ

Platforma Ji Abdullah Ocalan re azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî di 10’ê Cotmeha 2023`yan de li 74 navendên cîhanê dest bi pêngava “Ji Abdullah Ocalan re Azadî, ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” kir. Pêngav heta niha li 105 navendên cîhanê belav bûye û li çar perçeyên Kurdistanê bi çalakiyên cur bi cur didome.

Girtiyên siyasî yên di zindanên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê de 27`ê Mijdara 2023`yan di çarçoveya pêngava 10`ê Cotmehê hatibû destpêkirin de, dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin.

Di Mijdara 2023`yan de li bajarên Bakurên Kurdistanê û Tirkiyeyê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û piştgiriya grêvên birçîbûnê yên li zindanan çalakiyên “Nobeta Edaletê” hatin destpêkirin ku heta niha didomin.

HATÎP DÎCLE: XEBAT WÊ HETA SERKEFTINÊ BIDOME

Berdevkê Platforma Ji Abdullah Ocalan re Azadî ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî siyastmedar Hatîp Dîcle, derbarê xebatên heta niha hatine meşandin de ji ANHA’yê re axivî. Hatîp Dîcle bi bîr xist ku ji 15'ê Sibata 1999'an ve ji bo hilweşandina komploya navnetewî û pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan gelek kampanya hatin birêxistinkirin, serkeftin jî hatin bidestxistin, lê vana azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bidest nexistiye. Dîcle got: “Yanî ev ji bo vala derxistina komployê ne têrker bûn. Pêngavên dîplomatîk û siyasî yên didomin heta bigihijin armanc û serkeftina xwe wê bênavber bi israr berdewam bikin. Divê gelê me bi beşdariya xwe ya girseyî vê pêngavê hembêz bike, bibe bingeh û hêza sereke ya pêngavê. Wê teqez serkeftin bê bidestxistin.”