Panorama hefteyê: Hevdîtina Sîsî û Erdogan û bandorên şerê li Xezayê

Di hejmarên hefteya borî yên rojnameyên erebî de hate gotin hevdîtina Erdogan û Sîsî nakokiyên di navbera wan de çareser nekirin. Têkildarî xistina Hûsiyan a nava lîsteyên rêxistinên qedexe jî hate diyarkirin ku ev pêngav bandorê li Hûsiyan nake.

Panorama hefteyê: Hevdîtina Sîsî û Erdogan û bandorên şerê li Xezayê
18 sibat, 2024   05:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb bal kişand ser hevdîtina serokkomarê dewleta Tirk Recep Tayyîp Erdogan û serokkomarê Misirê Ebdulfettah El Sîsî. Rojnameyê di vê derbarê de nûçeyek bi sernavê "El Sîsî û Erdogan… Pêşwaziya germ; dibe ku nikare nakokiyan derbas bike" weşand. 

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku têkiliyên Misir û Tirkiyeyê ji ber serdana Erdogan a li Qahîreyê ku roja çarşemê pêk hatibû, derbasî qonaxeke nû bûn. Hate diyarkirin ku Erdogan li balafirgehê ji aliyê Sîsî ve hate pêşwazîkirin.

Li gorî rojnameyê “Lihevhatina Misirê bi nêzîkatiyên Erdogan ve girêdayî ye, lê belê nîşan dide ku dibe lihevkirin û peyman bi ser bikeve, ji ber wê serokkomarê Tirk wezîrên karên derve, parastin, gencîne, malî, tenduristî, pîşesazî, teknolojî û bazirganî bi xwe re birin Misirê."

‘DI DAN Û STANDINÊN TÊKILDARÎ XEZAYÊ DE TU PÊŞKETIN NÎN E’

Rojnameya El Exbar a Lubnanê bal kişand ser dan û standinên li Qahîreyê yên der barê Xezayê de. Hate diyarkirin ku civîna li Qahîreyê bêyî ku tu pêşketinên cidî çêbin, bi dawî bû. Hate destnîşankirin ku di civînê de hewayekî neyînî serwer bû û şandeya Îsraîlê ji Qahîreyê derket, bêyî ku şandeya Hemasê bibîne.

SINIFANDINA HÛSIYAN WEK KOMEKE TERORÎST DÊ ÇI BANDORÊ LI WAN BIKE?

Tora El Hura jî cih da sinifandina Hûsiyan wek "komeke terorîst" ji aliyê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ve. Di nûçeyê de hate gotin; "Washington bi vê yekê dixwaze "fînansekirina êrişên terorîst" rawestîne, ji ber ku ev koma girêdayî Îranê tevgera bazirganiya deryayî ya li Deryaya Sor asteng kir."

Li gorî torê, di sinifandinê de cezayên "pêşkêşkirina piştgiriya madî", "qedexekirina rêwîtiyê" tune ne, yanî ev sinifandin bandorê li xebatên pêşkêşkirina alîkariyan ji yemeniyan re nake.

Torê cih da şîroveya analîzvan Mihemed El Başa ku bandora yekser a van cezayan li ser Hûsiyan kêm kir û hate gotin ev yek "dê bandorê li saziyên ku bi dolaran dan û standinê dikin wekî bankan, desteya balafirvaniyê, şîrketên telefonan û yên petrol û gazê bike."

 ‘REWŞA METIRSÎDAR LI LUBNANÊ’

Rojnameya Şerq El Ewsat têkildarî kuştina fermandarekî Hizbullaha Lubnanê ji aliyê Îsraîlê ve li bajarê Nebetiye, nûçeyek parve kir. Rojnameyê ev bûyer wek guhertineke metirsîdar di şerê heyî de nîşan dide, "nemaze di encamê de 7 sivîl ji malbatekê ku li rex mala berpirsê Hizbullaha Lubnanê hatine kuştin."