Cizîr amadekariya Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê dike

Nehemîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê wê îsal bi dirûşmeya “Jina şoreşger keziyên azadiyê dirêse” û bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî pêk were. Serlêdanên mîhrîcanê wê 20’ê Sibatê bidawî bibin.

Cizîr amadekariya Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê dike
Cizîr amadekariya Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê dike
18 sibat 2024   04:35
QAMIŞLO
SÎMA BIROKÊ

 Li Kantona Cizîrê amadekariyên 9’emîn Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê tên kirin. Mîhrîcana ku salê carekê ji aliyê Desteya Çandê ya Kanton Cizîrê ve bi hevkariya Tevgara Çand ya Hîlala Zêrîn tê organîzekirin, wê îsal di 1 û 2’yê Adarê (2024) de bê çêkirin.

Mîhrîcan wê bi dirûşmeya, “Jina şoreşger keziyên azadiyê dirêse” li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya li Qamişlo  bê çêkirin.

SERLÊDAN 20’Ê SIBATÊ BI DAWÎ DIBIN

Li gorî agahiyên komîteya amadekar, wê îsal di mijarên helbest, gotar, çîrokan, şêwekarî û hunera destan de pêşbirk çêbibin. Her wiha dê pêşandana cil û bergên pêkhateyên herêmê jî çêbibe. Di çarçoveya bernameyê de wê helbest werin xwendin, starnên denbêjiyê werin gotin, lîstikên govendê, şano û fîlm werin pêşandan.

Serlêdanên ji bo mîhrîcanê di meha çile de destpê kirine û wê 20’e Sibatê bidawî bibin. Mîhrîcan li Cizîrê çêdibe, lê kesên ji deverên din ên Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê jî wê karibin tevlî mîhrîcanê bibin. Kesên ku dixwazin tevlî bibin wê karibin berhemên xwe bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî pêşkêş bikin. Nirxandina berheman jî wê liser hersê zimanan çêbibe.

XELAT

Di pêşpirkan de wê ji bo berhemên serkeftî xelat werin dayîn. Endama Komîteya Amadekar a Mîhrîcanê Botan Hoşê diyar kir ku pêşbirk wê di bin 3 sernavan de çêbibin û ev agahî parve kirin: “Di beşa wêjeyê de wê helbest, çîrok û gotar werin xwendin. Berhemên Kurdî, Erebî û Suryanî dê werin nirxandin. Beşek li ser şêwekariyê û yek jî li ser hunerên destan e.”

Botan Hoşê destnîşan kir ku ew dixwazin destekê bidin projeyên hunerên destan û da zanîn ku ew ê berhemên vê beşê bikirin.

PÊŞANDANA CIL Û BERGAN

Botan Hoşê destnîşan kir ku wê pêşandana cil û bergehên neteweyên herêmê jî çêbibe û got: “Heta niha serlêdanên 2 çandên cuda hatiye kirin. Em dixwazin Kurd, Ereb, Suryan, Ermen, Êzdî û Çerkes tevli vê beşê bibin da ku çanda cil û bergên hemûyan bê danesandin.”

Mîhrîcana Wêje û Hunera Jinê cara yekemîn di sala 2015`an hat lidarxistin û her sal bi naverokek dewlementir tê çêkirin. 

ANHA