Zehmetiyên koçberan û bangên vegera ewle didomin

Berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê got tevî ku salek di ser hilweşîna rejîma Baasê re derbas bûye jî krîza koçberan li Sûriyeyê didome û hikumeta veguhêz tu gavan ji bo vegera koçberan naavêje. Her wiha diyar kirin ku vegera ewle armanca sereke ya koçberan e.

Zehmetiyên koçberan û bangên vegera ewle didomin
14 kanûn, 2025   02:35
HESEKÊ
BILIND HACÎ

Berdevkê Komîteya Koçberên Serêkaniyê parêzer Mehmûd Cemîl li ser rewşa koçberan û hêviya wan a vegera ewle piştî hilweşîna rejîma Baasê axivî û diyar kir ku hikumeta veguhêz a Sûriyeyê ji bo misogerkirina vegera koçberan tu gavên cidî neavêtine.

Mehmûd Cemîl got: "Me hêvî kir ku hilweşîna rejîma Baas bibe destpêka xêrê û mizgîniya vegera me li mal û milkên me, lê belê mixabin ji ber domandina dagirkeriyê, zextên dewleta Tirk, destwerdana wê di karûbarên Sûriyeyê de û bandorkirina li ser hikumeta veguhêz, ev hêvî têk çûn."

Cemîl got ku hikumeta veguhêz xwedî li sozên xwe derneket û tu biryarên navneteweyî di serî de ya 2254 pêk neanîn, tevî ku serokê hikumeta veguhêz a Sûriyeyê Ehmed El Şeri di serdana xwe ya ji bo bajarê Efrînê yê dagirkirî de silogana "Sûriye bê kamp" hilda.

Cemîl wiha domand: "Li gorî peymana 10'ê Adarê ya fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û birêz Ehmed El Şeri, divê vegera ewle û birûmet a koçberên Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê were misogerkirin û ji ber zirarê wan ê madî û manewî tawîz ji wan re werin dayîn. Lê belê heta niha tu gav ber bi pêkanîna van sozan ve nehatin avêtin, berovajî wê, em dibînin çawa hikumet li wan deverên dagirkirî destekê dide siyasetên Tirk û tu rol xwe di wan deveran de tune ye."

ZEHMETÎ ZÊDETIR DIBIN, ÇARESERÎ JÎ TUNE NE

Cemîl bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û Meclisa Ewlehiyê ya NY’yê kir ku vegera ewle û birûmet a koçberan misoger bikin, nexasim ku zehmetiyên wan ji ber rewşên dijwar, buhabûna nirxên kelûpelan, belavbûna nexweşiyan û tunebûna ewlehiyê, zêdetir û girantir dibin.

Cemîl got: "Mixabin, hikumet xwe li hemberê mijara koçberan berpirs nabîne, wek ku çawa em ne welatiyên Sûriyeyê ne. Berpirsê pêkneanîna peymana 10'ê Adarê hikumeta veguhêz e."

GUHARTINA DEMOGRAFIYÊ… METIRSÎ ZÊDE DIBE

Cemîl destnîşan kir ku yek ji armancên dagirkeriya Tirk li hersê deveran (Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê) ew e ku niştecihên resen ên Kurd koçber bike û li şûna wan malbatên ji deverên din bi cih bike û bi vî awayî demografiya herêmê biguherîne û got: "Mixabin, em dibînin îro nêzî 100 malbatên çeteyên DAIŞ'ê li taxa Hewarne El Cedîd a Serêkaniyê hatine bicihkirin. Ev guhartina demografî metirsiyên mezin dide gelê Sûriyeyê. Ya ji wê xerabtir ew e ku hikumeta veguhêz di pêkanîna van planan de, destekê dide dagirkeriya Tirk."

Mehmûd Cemîl di dawiya axaftina xwe de eqez teqez kir ku heta peymanên îmzekirî û biryarên navneteweyî neyên pêkanîn, mijara koçberan ê her tim vekirî bimîne û koçber ê her daxwazên xwe yên vegera ewle bidomînin.

Her wiha ji ber êriş, komkujî û binpêkirinên hêzên hikumeta veguhêz li dijî herêmên peravê û Siwêdayê, gelek şênî ji wan herêman koçber bûne.

(mh)

ANHA