NY’ê banga berdewamiya alîkariyê ji bo Fîlîstinê kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) bang li welatên ku alîkariya malî ya ji bo Ajansa Neteweyên Yekbûyî ya ji bo penaberên Fîlîstînî (UNRWA) sekinandiye kir ku, alîkariya jiyanî ya ji bo du mîlyon mirovan misoger bikin.

NY’ê banga berdewamiya alîkariyê ji bo Fîlîstinê kir
28 ÇILE, 2024   11:04
NAVENDA NÛÇEYAN 

Navenda alîkariya mirovahî li Xezeyê Unrwa roja Înê ragihand ku li ser agahiyên ku ji rayedarên Îsraîlê wergirtine, wan rêkên xwe bi çend karmendên xwe yên ku bi tawana di êrîşa Hamasê ya 7’ê Cotmehê ya li dijî Îsraîlê de cih girtine, veqetandine.

Piştî vê daxuyaniyê yekser DYE’ê ragihand ku hemû alîkariyên zêde yên ji bo UNRWA’yê hatine rawestandin û piştî vê jî hin welatên din wek Îtaliya, Kanada, Awustraliya, Brîtanya, Fînlanda û Almanyayê vê biryarê şopandibûn.

Antonîo Guterres di daxuyaniya xwe de got, "Ligel ku em fikarên wan fêm dikin, ez jî li hember van tawanan matmayî mam. Ez bang li hikûmetên ku alîkariya xwe sekinandine dikim ku herî kêm garantiya dewamiya xebatên Unrwa bidin."

Guterres, destnîşan kir ku 2 mîlyon sivîlên li Xezeyê hewcedariya wan rojane bi alîkariya Unrwa’yê heye, lê fînansmanê niha ya Unrwa dê nehêle ku hemû pêwîstiyan di meha Sibatê de pêk bîne.

Sekreterê Giştî yê NY'yê got: "Divê ji van karmendên tê îdîakirin ku ketine nava tevgerên xirab hesab bê xwestin. Lê divê bi deh hezaran jin û mêrên ku li Unrwa dixebitin ku gelek ji wan ji bo karkerên mirovî di rewşên herî xeter de ne neyên cezakirin. Pêwîst e hewcedariyên lezgîn ên nifûsa bêçare ya ku bi wan re eleqedar dibin, bê tedarikkirin."