Li Derayê qedexeya derketinê

Piştî şerê di navbera çekdarên tev li lihevhatinê bûne û çekdarên ku bi endamtiya DAIŞ`ê hatine tawanbar kirin de, li bajarê Newa yê rojavayê Derayê qedexeya derketinê hatine ragihandin.

Li Derayê qedexeya derketinê
28 ÇILE, 2024   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera Dera 24 ragihand ku li bajarê Newa yê rojavayê Derayê qedexeya derketinê hatiye ragihandin û dewama dibistanan jî heta demeke nediyar, hatiye taloqkirin. 

Li gorî malperê beriya ragihandina qedexeyê, duh hin çekdarên komên xwecih ên ku bi hikumeta Şamê sala 2018`an lihev hatine, bi ser malekê de li taxa bakur girt bi hiceta ku komeke endamên DAIŞ`ê xwe tê de asê kiriye.

Li gorî malperê ragihandiye, di şer de kesê bi navê Ehmed Mihemed Salih El Şeri ê ji komên xwecih, hatiye kuştin û gelek jî birîndar bûne.

(şx)