NY: Li Xezeyê 1373 Filistîniyên li benda alîkariyê bûn hatin kuştin

NYˊyê diyar kir ku artêşa Îsraîlê ji 27’ê Gulanê ve li Xezeyê herî kêm hezar û 373 Filistîniyên li benda alîkariya mirovî, kuştin.

NY: Li Xezeyê 1373 Filistîniyên li benda alîkariyê bûn hatin kuştin
1 tebax, 2025   15:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Xaka Fîlîstînê ya Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY( daxuyanî da û diyar kir ku ji 27'ê Gulanê ve li Xezeyê herî kêm hezar û 373 Filistînî dema li benda alîkariya mirovî bûn, ji aliyê artêşa Îsraîlê ve hatin kuştin.

Nivîsgehê diyar kir ku, “Piraniya van kesên mirine di dema lêgerîna alîkariya xurekê û encama gulebarana artêşa Îsraîlê de, çêbûn.”