Birêxistinbûn û civaka demokratîk mijarên panela ciwanan bûn

Tevgera Ciwanên Şoreşger di panelekê de têgehên dewlet, desthilatdarî, birêxistinbûn û rola ciwanan di avakirina civakeke demokratîk de, nîqaş kirin.

Birêxistinbûn û civaka demokratîk mijarên panela ciwanan bûn
Birêxistinbûn û civaka demokratîk mijarên panela ciwanan bûn
Birêxistinbûn û civaka demokratîk mijarên panela ciwanan bûn
Birêxistinbûn û civaka demokratîk mijarên panela ciwanan bûn
Birêxistinbûn û civaka demokratîk mijarên panela ciwanan bûn
Birêxistinbûn û civaka demokratîk mijarên panela ciwanan bûn
Birêxistinbûn û civaka demokratîk mijarên panela ciwanan bûn
Birêxistinbûn û civaka demokratîk mijarên panela ciwanan bûn
1 tebax, 2025   15:26
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê panelek bi dirûşma "Ji bo civakeke azad xwe bi rêxistin bike" li bajarê Hesekê li dar xist. Endamên tevgerê, Yekitiya Jinên Ciwan, siyasetmendar û rewşenbîr beşdarî panelê bûn.

Panelê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre ji rêveberên Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Firatê Şevger şîroveyên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser têgehên dewlet, desthilatdarî, demokasî, girîngiya xwerêxistinkirinê û avakirina civaka demokratîk xwendin.

Beşdaran jî ku li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman, pêşketina têgehên dewletê di dîrokê de, bandora desthilatê dema ku ji bo xizmeta pergalên despotîk tê biranîn, şîrove kirin. Beşdaran da zanîn ku divê panelên wiha werin zêdekirin.

Di dawiya panelê de Tevgera Ciwanên Şoreşger diyar kir ku dê pêşniyar û nêrînên beşdaran wek plansaziya kar li ber çavan bigirin.

(bb)

ANHA