Rayedarên Tirk komeleyeke zimanê kurdî girt

Zabiteyên Şaredariya Konakê ya bajarê Îzmîr ê Tirkiyeyê, deriyê Komeleya Çand û Ziman a Awesta mohr kirin. Komele xebatên hînkirin û perwerdeya zimanê kurdî didmeşîne.

Rayedarên Tirk komeleyeke zimanê kurdî girt
1 tebax, 2025   15:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Konak a bajarê Îzmîr ê li rojavayê Tirkiyeyê, rayedarên şaredariyê deriyê Komeleya Çand û Ziman a Awesta mohr kir.

Li gorî nûçeya Ajansa Welat; 2 roj beriya niha polîsên Tirk bi ser komeleyê de girt û bi hinceta ku ruxseta komeleyê tune ye, gefa girtin û mohrkirinê li rêveberên komeleyê xwar. Duh jî zabiteyên Şaredariya Konaê hatin komeleyê û got dê komeleyê mohr bikin. Îro di saetên sibehê de 2 zabiteyên Şaredariya Konakê hatin komeleyê û deriyê komeleyê mohr kir.

Hevserokê komeleyê Ramazan Kaygisiz bertek nîşanî girtina komeleyê da û got: “Di demeke wekî îro de ku pêvajoya aştiyê tê nîqaşkirin, rayedar hatin komele mohr kir. Bi vê mohrkirinê, devê gelê Kurd û zimanê gelê Kurd mohr kirin. Bi salan e gelê Kurd ji bo ziman tê dikoşe. Lê dewletê heta niha bersiveke erênî nedaye daxwazên gelê Kurd.”

Ramazan Kaygisiz da zanîn ku wekîKomeleya Awesta ya Ziman, gelek caran anî ziman ku divê zimanê kurdî bibe zimanê perwerdeyê û yê fermî û wiha axivî: “Em dixwazin Kurd jî wekî hemû gelên cîhanê bi zimanê xwe perwerdeya xwe bibînin û bibin xwedî zimanê zikmakî. Divê hemû saziyên civakî û parazvanên mafên mirovan jî piştgiriyê bidin vê daxwaza me û li dijî vê yekê bertekên xwe bînin ser ziman.”

Komeleya Çand û Ziman Avesta di sala 2018’an de hatiye avakirin û heta niha bi sedan xwendekar fêrî zimanê kurdî kiriye. Her wiha komele, bi awayekî online jî dersên kurdî dide.