Artêşa Iraqê Sewqiyateke mezin a leşkerî şand Şengalê

3 roje gel li Şengalê li dijî provakasyona artêşa Iraqê di berxwedanê de ye, lê Iraq li cihê ku guh bide daxwazên gel, ji tirsa mezinbûna bertekên Şengaliyan hêzeke mezintir a lewşkerî sewqî Şengalê kir.

Artêşa Iraqê Sewqiyateke mezin a leşkerî şand Şengalê
21 adar, 2025   18:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Berxwedana xelkê Şengalê ya dijî êrişa Iraqê ya dijî şervanên YBŞ’ê, di roja sêyemîn de dewam dike.

Gel li ber avahiya Mûxabarata (îstîxbarat) Iraqê, tevî hewaya sar jî li gel malbatên şervanan di berxwedanê de ye. Her diçe berxwedana dijî hewldanên terorîzekirina hêzên parastinê ya Êzidiyan mezintir dibe.

Di nava daxwazên xwepêşanderan û desteya eşayîrî ya Şengalê de banga, vekişandina hêzên leşkerî yên piştre sewqî Şengalê kiriye de hebû.

Li gorî agahiyên Rojnewsê ji navenda Şengalê didin û wêneyên hatine kişandin, dewleta Iraqê îro hêzeke zêde ya leşkerî û polîsên ji bo tepisandina xwepêşandanan sewqî Şengalê kiriye.

Li gorî Rojnewsê îro liv û tevgera leşkerî ya artêş û polîsên federal li seranserê bajarê Şengalê zêde bûye.

Tevî sewqiyeta zêde jî gel bi israre heya daxwazên wan neyê bicîh û Iraq hêzên xwe ji Şengalê venekişîne dest ji cihê çalakiyê bernedin, berovajiyê wê çalakiyê zêdetir bike.