Navenda Lêkolînên Çandiniyê ya Hemayê bi hilweşînê re rû bi rû ye

Navenda Lêkolînên Çandiniyê ya li gundewarê Hemayê di salên dawîn de hat talankirin û texrîbkirin, hewceyî planeke lezgîn a sererastkirinê ye. Paşguhkirina navendê rola wê ya di piştgiriya lêkolînên zanistî de kêm dike.

Navenda Lêkolînên Çandiniyê ya Hemayê bi hilweşînê re rû bi rû ye
26 gulan, 2026   05:30
HEMA

Navenda Lêkolînên Çandiniyê ya li Selemiyê ya gundewarê Hemayê, yek ji kevntirîn û girîngtirîn navendên lêkolînê ya têkildarî ajalan û başkirina genetîkê ya Sûriyeyê ye. Di salên dawîn de dizî û texrîbat li navendê hat kirin ku bandor li binesazî û tesîsên hilberîn û lêkolînê kir. 

Navenda Lêkolînên Çandiniyê ya girêdayî Desteya Giştî ya Lêkolînên Zanistî ya Çandiniyê sala 1944'an hat avakirin. Navend li rojavayê bajarê Hemayê ye. Firehiya navendê ku nêzî 2 hezar û 130 donim e, ji çêregeh, zeviyên êm û baxçeyên darên berhemdar pêk tê.

Bi dehan salan navend ji bo cotkar û lêkolîneran wek navendeke zanistî, nemaze di warê başkirina genetîkê ya miyên awasî de xizmet kiriye. Di heman demê de ji bo lêkolînên zanistî û tezên lîsansê yên têkildarî ajalan û çandiniyê destek daye.

Çavkaniyekî di hundirê navendê de ku nexwest navê xwe aşkera bike, diyar kir ku zirarên mezin li beşên berfireh ên navendê bûne. Çavkanî da zanîn ku pêdiviya 8 çewlikan bi nûkirinê heye û heya niha 2 tenê hatine sererastkirin. Çavkanî destnîşan kir ku çewlik ji ber qelişîn û xirabûna binesaziyên wê bi hilweşînê re rû bi rû ne.

Heman çavkanî anî ziman ku piraniya embarên êm bi zerar bûn û agahî dan ku ji 5 embaran rewşa 2 embaran tenê baş e. Her wiha îşaret pê kir ku zirar gihaşt yekîneyên hilberînê yên girîng wekî laboratuwara aşlekirinê, laboratuwara testên şîr, yekîneya diotînê ya omatîk û yekîneya çêkirina mast û penêr. Çavkanî diyar kir ku pêdiviya van yekîneyan bi sererastkirineke giştî heye da ku bikaribin dîsa bixebitin.

Li gorî çavkanî, piştî rûxandina rejîma Baasê, navend hat talankirin û xirabkirin, vê yekê jî rasterast bandor li xebatên lêkolîn û hilbirandinê kir.

Di destpêka sala 2026'an de 498 mihên awasî ji navenda Dêr El Hecer birin navenda Selemiyê. Bi vî awayî piştî ku pez hat dizîn, hejmara giştî ya mihan gihaşt nêzîkî hezar û 700 serî.

Pispor vî pezî wekî 'bankeke genetîk a girîng' bi nav dikin ku ji bo parastina taybetmendiyên hilberînerê pêdiviya wan bi hawîrdorek zanistî û lênêrîna domdar heye.

Aliyên têkildar ên hikumetê heya niha tu plan ji bo sererastkirina navendê daneniye.

Pispor û xebatkarên sektora çandiniyê hişyarî dan ku xerabûna Navenda Lêkolînên Çandiniyê dê bibe sedem ku danhevên bi salan ên lêkolînên di warê başkirina genetîkê de tune bibin. Pispor daxwaza planeke awarte ya bilez dikin ku embar, laboratuwar û binesaziyê ji nû ve werin sererastkirin û parastin.

(bb)