Çi bi milkên endamên rejîma Baasê hat?

Milkên endamên rejîma Baasê li Sûriyeyê çawa tên birêvebirin? Kî çarenûsa wan diyar dike û kîjan qanûn an dezgeh mekanîzmayên desteserkirin, veberhênan û rêveberiyê pêk tînin?

Çi bi milkên endamên rejîma Baasê hat?
26 gulan, 2026   04:05
ŞAM

Piştî nêzîkî salek û nîv ji hilweşîna rejîma Baasê li Sûriyeyê, nîqaşên qanûnî û mafên mirovan ên li ser birêvebirina milkên endamên rejîma berê zêde dibin ku qanûnek berfireh tune ye ku desteserkirin, birêvebirin û veberhênana van milkan bi rêxistin bike.

Di mehên dawîn de, li Şamê û çend parêzgehên din hikumetê dest danî ser milk, dezgehên bazirganî û malên rayedar û karsazên bi rejîma berê ve girêdayî bûn. Li gorî nûçegihanên me, di nava van milkan de otel, navendên kirînê, buroyên dan û standina pereyan, xwaringeh û kompleksên bazirganî û her wiha zevî û vîllayên li deverên Yaafour, Dîmas, Dumer û Terasan hene.

Pisporê hiqûqî Taysir ku nexwest navê xwe yê rast aşkera bike, diyar kir ku her kiryarek têkildarî desteserkirina milkê taybet divê li ser bingeha qanûneke zelal be ku ji hêla desthilateke qanûndanînê ya pispor ve hatiye derxistin. Wî her wiha destnîşan kir ku "desteserkirina milk û pêşkêşkirina wê ji bo veberhênanê yan dayîna wê ji kesên nêzîkî desthilata nû re bêyî çarçoveyeke dadwerî yan qanûnî ya zelal, ne li gorî form û qanûnên navneteweyî ye.”

Teysîr her wiha behsa desteserkirina milkên rayedarên berê yên li gundewarên Şamê kir û diyar kir ku birêvebirina van milkan "divê bi qanûneke taybetî ji bo desteserkirina fonên kesayetên giştî yên girêdayî rejîma berê were kirin." Her wiha destnîşan kir ku desteyeke qanûndanînê ya hilbijartî yan lihevkirinek civakî ji bo destnîşankirina mekanîzmaya çareserkirina van milkên tune ye.

Li aliyekî din, heta niha hikumeta demkî ya Sûriyeyê qanûneke berfireh ji bo desteserkirina milkên kesayetên ji rejîma berê yan mekanîzmaya birêvebirina wan dernexistiye. Lê di salên 2025 û 2026’an de çend biryar û tedbîrên cuda yên têkildarî mijara fonên cemidî û milkên desteserkirî hatin derxistin.

Çavkaniyên din ên agahdar diyar kir ku tedbîrên ewlehî û îdarî yên li dijî milkên girêdayî malbat û kesayetên rejîma berê, bêyî qanûneke zelal, berdewam in.

Mafnas dibêjin nebûna qanûneke dadweriya veguhêz a berfireh an dezgeheke dadwerî ya serbixwe ya pispor di rêvebirina milkên desteserkirî de, der barê rewatiya kiryarên heyî de rê li ber nîqaşeke berfireh vedike.

(k)

ANHA