MSD: Êriş hewldanên ji bo diyalogên navxweyî dike armanc

MSD’ê têkildarî êrişa li dijî navenda xwe ya li bajarê Qamişloyê daxuyanî da û got, êriş hewldanên ji bo diyalogên navxweyî dike armanc.

MSD: Êriş hewldanên ji bo diyalogên navxweyî dike armanc
27 sibat, 2024   08:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîsgeha Ragihandinê ya Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî êrişa duh (26’ê Sibata 2024)  ya li dijî avahiya meclisê ya li bajarê Qamişloyê yê kantona Cizîrê daxuyaniyeke nivisîkî weşand.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Şeva 26’ê Sibatê êrişeke terorî li dijî navenda me ya li bajarê Qamişloyê hat kirin. Kesên nenas bombeyek avêtin hundirê sûra avahiyê. Ziyanên êrişî tenê madî bûn. Hêzên Ewlekariya Hundirîn lêkolîn daye destpêkirin.

Em vê êrişî bi tundî şermezar dikin. Kesên li pey vî êrişê helwesta me ya nîştimanî ya xurtkirina diyalogên navxweyî ya ji bo pêkanîna demokrasiyê li welat dikin armanc.

Em ji raya giştî re teqez dikin ev êriş me ji xebatên bo pêkanîna armancên ku em pê bawer in dûr naxe. Em ê têkoşîna xwe dewam bikin heta istiqrareke siyasî ya sûriyeyî dixwazin, pêk were."

(bb)