Rojnamevan Silêman Ehmed li ku derê ye?

Tevî qanûnên navneteweyî yên têkildarî parastina mafên rojnamevanan, lê desthilata PDK’ê 126 roj e rojnamevan Silêman Ehmed revandiye û rê nade parêzer wî bibînin.

Rojnamevan Silêman Ehmed li ku derê ye?
27 sibat, 2024   09:10
NAVENDA NÛÇEYAN

126 roj e agahî ji rojnamvan û edîtorê beşa erebî ya Ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed nayê girtin ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin.

Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê di daxuyaniyek îdia kir ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniyê ye’ û bi aşkera gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman xwar û îtiraf kirin ku ew revandine.

Parêzerê Silêman Ehmed, Narîman Ehmed Reşîd ji ajansa me re gotibû: "Me 2 caran serî li Dadgeha Dihokê kir û 2 caran jî dadger biryara daxwaznameya me ya hevdîtina Silêman Ehmed da. Lê Asayîşê ev biryar jî binpê kir. Li gorî qanûna darazê ya Iraqê madeya 40’an divê her aliyek li gorî biryara dadger bimeşe. Lê Asayîşê rê neda em Silêman Ehmed bibînin û bibin wekîlê wî"

Her wiha parêzer destnîşan kiribû ku tawanên li dijî Silêman ne rast in û gotibû: "Silêman bi awayekî fermî derbasî Rojava bibû û fermî ji wir vegeriya bû. Di heman demê de belgeyên wî yên fermî yên bicihbûna li Başûrê Kurdistanê hene û tu pirsgirêkên wî yên qanûnî tune ne.”

Parêzer Narîman Ehmed Reşîd got, dê di demekê herî nêz de serî li Dadgeha Federal a Iraqê bidin û diyar kir ku dê bi her awayî hewldanên wan yên hiqûqî dewam bikin.

Ajansa Rojnewsê di 25’ê Çileyê de der barê revandina Silêman Ehmed de civîneke çapemeniyê li Navenda Metro ya li bajarê Silêmaniyê li dar xistibû û diyar kiribû: “Ev kiryara PDK’ê nîşanek metirsîdar û tolhildana siyasî ye. Silêman Ehmed pênûsa xwe nefirot, ji ber wê di girtîgehê de ye. Em piştrast dikin ku Silêman Ehmed bê suce, ji ber kar û erkên xwe yên rojnamevanî û helwesta xwe ya wek rojnamevanek azad û serbixwe hatiye revandin û windakirin. Berpirsyartiya ewlehî û jiyana wî li stûyê PDK’ê û desthilatdarên herêmê ye.”

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî di 29’ê Çileyê de bi daxuyaniyekê diyar kiribû ku revandina rojnamevan Silêman Ehmed ne yasayî ye û bang li PDK`ê kir ku demildest wî serbest berdin.

Rojnameger Silêman Ehmed di 1’ê Cotmehê de ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li taxa Şêxmeqsud a Helebê. Silêman Ehmed, di 25’ê Cotmehê de xwest di deriyê Sêmalkayê re derbasî Başûrê Kurdistanê bibe. Lê li vir ji hêla hêzên PDK’ê ve hate revandin û ev 126 roj e agahî jê nayên girtin.