Trump êrişî Neteweyên Yekbûyî kir

Trump di axaftina xwe ya li Civata Giştî de, êrişî Neteweyên Yekbûyî kir. Gavên ji bo naskirina dewleta Filistînê rexne kirin. Her wiha rexneyên xwe yên li ser Ewropayê ji ber girêdabûna wê bi petrola Rûsyayê zêde kirin, Çîn û Hindistan bi fînansekirina şerê li Ukraynayê bi rêya kirîna enerjiyê tawanbar kir.

Trump êrişî Neteweyên Yekbûyî kir
23 îlon, 2025   22:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump di axaftina xwe ya li Civata Giştî de Neteweyên Yekbûyî (NY) rexne kir û got ku ew " beşdarî avakirina aştiyê nabe" û tinazê xwe bi avahiya li New Yorkê kir.

Trump di axaftina xwe de diyar kir ku “NY xwedî hêza mezin e, lê nagihêje asta pêwîst” û destnîşan kir ku rêxistin tenê gotinên vala ne û şeran çareser nake.

Der barê naskirina dewleta Filistînê de, Trump biryarên hin hevalbendên Washingtonê wekî "xelatkirina Hamasê li ser hovîtiya wê, di nav de êrişa 7’ê Cotmehê jî," bi nav kir û banga xwe ji bo Hemasê dubare kir ku "hemû girtiyên li Xezayê di cih de serbest berde.

Her wiha serokê Amerîkayê destnîşan kir ku şerê berdewam ê Rûsyayê li Ukraynayê wêneya Rûsyayê xirab dike û destnîşan kir ku her hefte bi hezaran leşkerên ciwan têne kuştin.

Trump bang li welatên ewropî kir ku "tavilê" kirîna petrolê ji Rûsyayê rawestînin û Çîn û Hindistan bi fînanskerên herî mezin ên şerê li Ukraynayê tawanbar kir û got: "Divê ew tavilê hemû kirîna enerjiyê ji Rûsyayê rawestînin, wekî din em hemû gelek dem winda dikin."

(ac/şx)