Mîhrîcana Filman a Jinan a Nûjiyan dest pê kir

Mîhrîcana Filman a Jinan a Nûjiyan di bin dirûşma “Nerîna Wê ji Azadiyê ye, Çîroka Wê ji Berxwedanê ye” dest pê kir. Sibe di roja yekemîn de film û kurtefilm tên pêşandan, semîner tê dayîn û pêşangeha wêneyan tê vekirin.   

25 gulan, 2025   22:24
QAMIŞLO

Mîhrîcana Filman a Jinan a Nûjiyan ku ji aliyê Kollektîva Kezî ya Jinên Sînemeger, bi piştgiriya Sîne Jin a Rojava, Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn, sînemagerên jin ên li Ewropayê û bi alîkariya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê ve hatiye birêxistinkirin, li Parka Azadî yê li bajarê Qamişlo di bin dirûşma “Nerîna Wê ji Azadiyê ye, Çîroka Wê ji Berxwedanê ye” bi şahiyekê dest pê kir.

Li şahiyê şêniyên herêmê, hezkerên çand û hunerê, hunermend, rojnamevan, xwendekar, endamên Tevgera Mezepotamya ya Çand û Hunera Demokratîk (TEV-ÇAND), Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn û Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê amade bûn.

Di çarçoveya bernameya şahiyê de pêşangehên karên destan ku ji berhemên 4 komên jinan pêk dihat hatibû vekirin, her wiha pirtûkên Weşanxaneya Şilêr jî hatibûn pêşandan.

Piştî deqeya rêzgirtinê, endama Komîteya Amadekar û endama Kollektîva Kezî ya Jinên Sînemeger Dêrsim Zêrevan axivî,  jin û dayikên amade silav kir û Mîhrîcana Filman a Jinan a Nûjiyan li hemûyan pîroz kir. Dêrsim Zêrevan da zanîn ku ji bo ku ew qada sînemayê ava bikin, armanc û dozeke wan a mezin heye. Deshilatdariya zayendperest li hemberî jinan tundiyê dide meşandin, ew weke jin ji bo peydakirina jiyaneke aram ji bo hemû zarokên li cîhanê û çêkirina xwezayekê di nava xebatekê de ne. Her wiha Dêrsim got ew dixwazin di nava 7 rojan de filmên jinan pêşkêş bikin û der barê mijarên jinan de mijaran bînin warê nîqaşê.

Piştre der barê jiyana rojnamevan Nûjiyan Erhan a di 3`yê Adara 2017`an de di encama êrişa çekdarên PDK`ê ya li Xanesora Şengalê de şehîd bûbû û mîhrîcan bi navê wê hatiye birêxistin, senîvîzyonek hate pêşandan. Peyamên dezgehên jinan ên Bakurê Kurdistanê, Portugalê (ji aliyê Endama Koordînasyona Mîhrîcana Filêm Deryaya Spî ya li Leşbonyayê Silvia de Marco hate xwendin) û Yekîtiya Jinên Ermen hate xwendin.

Koma Zêrîn li pêşerberî mêvanan çend stran gotin.

Dûvra filmê (Siwariyên Şengalê) bi derhêneriya Dêrsim Zêrevan cara yekemîn li Rojavayê Kurdistanê, hat pêşandan.

Filmê Siwariyên Şengalê behsa fermana 74`an ku li dijî gelê Êzidiyên li Şengalê ji aliyê DAIŞ`ê pêk hat, dike. Têkoşîna ku gerîlayên azadiyê li hemberî wan êrişan kir, serpêhatiyên jinan û civaka Êzidî, encama ku gelê Şengalê piştî fermanê xwe gihandiyê, xwebirêxistina gel, avakirina hêzên ewlekarî û leşkerî beşek ji filmê ye.

Mîhrîcana Filman a Jinan a Nûjiyan heta 31`ê Gulanê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê û Parka Azadî yên li Qamişlo bi pêşandana 37 fîlm, kurtefilm û belgefîlmên ji Kurdistanê, Rojhilata Navîn, Amerîka, Ermenistan û Ewropayê, vekirina pêşengeha wêneyan li ser navê Rojnamevan Cîhan Bîlgîn, didome.

Bernameya sibe (26`ê Gulanê) bi vî awayî ye:

Danê sibehê saet 11:00-13:00`an semînera “Jin li pişta jinê, rêya belavkirin û mîhrîcana fîlmên jinan” û saet 15:00`an fîlmê ‘El Vequero’ bi derhêneriya Emma Rozanski (2024) li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê tê pêşandan.

Danê êvarê jî li Parka Azadî saet ji 20:00-22:00`an fîlmê ‘The Sea and it waves’ bi derhêneriya Liana & Renaud (2023) û saet 22:00`an kurtefîlmê ‘Ghalia’ bi derhêneriya Amira Sayed (2023), ‘The Far Mountain’ bi derhêneriya Lide Billelabeitia (2024) û ‘The Dream’ bi derhêneriya Gulê Welat (2023) tê pêşandan.

(sb/fr)

ANHA