Çîrokeke serketî ku vîna jinan nîşan dide

Çîroka serkeftina Rena Xidir vîna xurt a jineke bi biryar nîşan dide. Rena xwe nespart astengiyan, lê li şûna wê azwerî û hezkirina xwe ya ji bo hunerên destan veguherand rêyek ji bo debara jiyanê û ji keçên xwe siberojeke ewletir û geştir peyda kir.

26 gulan, 2025   04:40
REQA
DÎMA MIHEMED

Di nava êş û azarên bi salan de li Sûriyeyê, çîrokên jinên ku biryar dane ku li ber xwe bidin û siberokeê ji xwe re ava bikin derdikevin. Yek ji van çîrokan çîroka jineke ji Dêrzorê ye. Rena Xidir a 45 salî piştî ku di sala 2018`an de hevjînê wê wefat kir berpirsyariya malbatê kete ser milê wê, lê karîbû azweriya xwe ya ji bo hunera destan veguherîne çavkaniyek debara jiyanê bo xwe û 6 keçikên xwe.

BEHREMENDIYA ZAROKTIYÊ BÛ PÎŞE

Rena ji zarokatiya xwe ve ji tevn û tirîkoyê hez dikir. Her çiqas jiyana wê dijwar bû jî, wê dev ji wê jêhatiya xwe berneda, lewma li Enstîtuya Hunerê ya Jina xwend pîşeya xwe pêş xist.

Piştî ku xwendin bi dawî kir, wê ji malê dest bi xebatê kir, berhemên hunerî yên ku berê ji bo  navgînek derbirînê bûn  bû çavkaniyek debarê.

Di dawiya sala 2011`an de dema ku şer li Dêrazorê zêde bû, Rena neçar ma ku bireve û xwe bispêre şarezayên xwe yên destan da ku debara malbata xwe bike. Bi alîkariya hevaleke xwe yê ku di şert û mercên herî dijwar de li kêleka wê sekinîbû, li hin dikanan karê firotina gulan kir û xwe pêş xist.

RÊWÎTIYA KOÇBERÎ Û XEBATÊ

Rena ji bo lêgerîna ewlehiyê berê xwe da Reqayê. Tevî destpêka dijwar jî dest ji xeyala xwe berneda. Wê ji nû ve dest pê kir, xwe spart afirîneriya xwe da ku rê li ber dijwariyên jiyanê bigire.

PIŞTGIRIYEK PIÇÛK ... HER TIŞT DIGUHERAND

Guherîna mezin di jiyana Rena de çêbû  dema ku wê navendeke Weqafa Jina Azad li Sûriyeyê nas kir, xebatkarên weqfê bawerî bi jêhatiya wê anîn û piştgiriya aborî û manewî da wê. Bi saya wê piştgiriyê, Rena projeya xwe ya çêkirina kulîlkan bi destan çêkir, dest bi rêwîtiyek nû ya bi sernavê: "Ez navê xwe li ser her tiştê ku ez bi destên xwe diafirînim, dinîvsim. "

Rena got: "Îro xebatên min bi navê min ê rast li galerî û bazaran tên nîşandan. Her parçeykî ku ez çêdikin, parçeyek ji kesayeta min e. "

PEYAMEK JI BO HEMÛ JINAN

Rena axaftina xwe bi peyameke tijî vîn û hêviyê bi dawî kir: "Her kesên xwedî jêhatîbûn divê xwe bi pêş bixe, ji sifirê dest pê bike û ji kesên xwedî tecrûbe alîkariyê bixwaze. Eger nebe çavkaniya debara jiyanê jî, îfadeya xwebûnê ye û dikare di jiyanê de guhertinekê çêbike. "

(k)

ANHA