Şahid, hiqûqnas û rûspiyan sûcên dewleta Tirk vegotin

Şahid, hiqûqnas û rûspiyên êlên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hovîtiya sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li herêmên dagirkirî vegot û ew sûc bi "sûcên şer " wesifandin. Gelek daneyên rêxistinên belgekirina sûc û binpêkirinan jî van şahidiyan piştrast dikin.

Şahid, hiqûqnas û rûspiyan sûcên dewleta Tirk vegotin
31 kanûn, 2023   04:34
REQA
ENES MIHEMED

Rojname û rêxistinên têkildarî belgekirina binpêkirinan, sûcên li herêmên cuda yên Sûriyeyê belge dikin. Di serî de binpêkirin li herêmên dagirkirî yên mîna Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve têne kirin. 

Li gorî daneyên pêbawer, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê zêdetirî 612 sivîl kuştine, ji wan 500 di êrişên dagirkirinê de û 82 di bin înşkenceyê de. Her wiha 696 sivîl birîndar bûne ku 303 jê zarok in û 214 jin in. Piştî dagirkirinê jî 214 kes li Efrînê bi mayîn û teqemeniyan hatine kuştin.

Li kêleka wan sûcan jî, dewleta Tirk a dagirker ji dema dagirkirina Efrînê ve, zêdetirî 315 hezar û 600 darên zeytûnan û darên din birîn û kirin êzing. Zêdetirî 12 hezar darên zeytûnan û yên daristanî û zêdetirî 11 hezar û 600 hektar zeviyên çandiniyê şewitandin.

Her wiha mal û milkên welatiyên Efrînê yên jê derketine, desteser kirin. Li gorî daneyan dewleta Tirk a dagirker 9 hezar û 340 darên zeytûn û fêkiyan birîn, bi hezaran malên welatiyên ji ber êrişan neçar mane koçber bibin, desteser kirin û kirin girtîgeh û baregeh. Her wiha ew mal û milk jî firotin.

GORISTAN KIRIN SÛKA SEWALAN!

Li gorî Gerînendetiya Şûnwaran a Efrînê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê, derdora 78 girên dîrokî talan kirin û zêdetirî 28 cihên dîrokî, depo û zêdetirî 15 goristan û perestgehên olî tarûmar kirin. Gelek goristan rêş kirin û yek ji wan kirin sûka sewalan.

Li Serêkaniyê jî sûcên wiha berdewam kirin. Li gorî Weqfa Taazur a qurbaniyan, dagirkeran ji dema dagirkirinê ve (Cotmeha 2019`an) herî kêm 478 kes revandine ku 36 jê zarok in û 64 jin in.

Her wiha zêdetirî 293 kesên di girtîgehên dewleta Tirk û yên çeteyên li herêmê de, îşkence lê hatiye kirin. Ji wan herî kêm 5 di bin îşkenceyê de hatine kuştin.

Li kêleka wê jî, zêdetirî 200 hezar kes ji war û cihên xwe bûn û niha li Kampa Weşûkanî ya li Hesekê û hinên din li bajar û bajarokên kantona Cizîrê bi cih bûne.

Her wiha çeteyên dewleta Tirk a dagirker 9 şêxên êla El Bû Essaf li bajarokê El Elî Baciliyê yê Girê Spî, kesekî temenmezin ku nexweşê kanserê ye, 15 jin di demên cuda de revandin. Bi wan re pititek 40 rojî hebû. Ruxmî ku dayika pitikê xwe spart rûspiyekî herêmê jî lê dîsa ew revandin.

Dewleta Tirk a dagirker zêdetirî 100 hezar welatî ji Girê Spî dan koçberkirin. Niha li bajarên kantona Reqa û Tebqayê li gel şert û mercên aborî û jiyanî yên dijwar dimînin. 6 hezar û 450 welatî li kampa Girê Spî dimînin ku Rêveberiya Xweser li nêzî gundê Til El Simin ê bakurê Reqayê 22`yê Mijdara 2019`an ava kir.

Hiqûqnas Ferhad Baqir destnîşan kir ku daneyên navborî "sûcên şer” in û binpêkirina maf, mal û milkê gel e.

Baqir wiha axivcî: "Dewleta Tirk û çeteyên wê, mal û milkên niştecihên resen desteser dike û wan koçber dike. Heta niha zêdetirî bi hezaran malbat koçber kirine."

Li gorî Baqir belgekirina van sûcan û vegerandina mafên wan, berpirsyariyên rêxistinên hiqûqî yên navneteweyî ye, di serî de jî NY.

Sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên kantona Girê Spî di bîra koçbera ji gundê Hemam El Turkmen ê Girê Spî Şaha El Esaf zindî ye. Şaha li benda vegerê ye.

Şahayê got: "Dewleta Tirk bi tankên xwe kete kantonê, tirs xist dilê zarokan. Wê em ji gund û warên me derxistin. Em li wan dinêrin çawa malên me didizin û talan dikin."

Şahayê diyar kir ku wan koçberî li ser mayîna di bin dagirkeriyê de qebûl kiriye lê dîsa jî li bendê ne vegerin warên xwe.

Rûspiyê êla El Şueyb li kantona Reqayê Elî El Şueyb jî got: "Ev ax dagir kirin, xelkê wê koçber kirin, mal û milkên wan talan kirin. Tiştek nehiştin, her tişt wêran kirin."

El Şueyb destnîşan kir ku divê axa Sûriyeyê ji artêşa Tirk û çeteyên wê were rizgarkirin, ev ax li sûriyeyiyan vegere û heta hesab ji dewleta Tirk a dagirker neyê pirsîn, edalet pêk nayê.

(şx)

ANHA