‘Metirsiya dubarebûna êrişa li ser girtîgeha Sînaa heye’

Munîr Edîb destnîşan kir ku êrişên DAIŞ'ê yên li dijî Sûriye, Iraq û Îranê bi mijûlbûna civata navneteweyî li şerê li rojhilatê Ewropayê û Rojhilata Navîn ve girêdayî ne. Her wiha diyar kir ku eger ew çete li welatên xwe neyên vegerandin, dibe ku êrişa li ser girtîgeha Sînaa dubare bibe.

‘Metirsiya dubarebûna êrişa li ser girtîgeha Sînaa heye’
21 ÇILE, 2024   06:35
NAVENDA NÛÇEYAN 
CÛDÎ ÎSMAÎL

Bi mijûlbûna cîhanê bi şerê Îsraîl û Hemasê re, metirsî heye ku çeteyên DAIŞ'ê vê rewşê li gorî xwe bi kar bînin û xwe ji nû ve bi rêxistin bikin. Xexasim piştî zêdebûna êrişên li dijî baregehên Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê yên Iraq û Sûriyeyê.

DAIŞ'ê jî ji destpêka îsal de êrişên xwe li dijî hêzên hikumeta Şamê li çolistana Sûriyeyê zêde kirin, her wiha êrişek li Kirman a Îranê jî pêk anî.

Piştî 2 salan ji êrişa DAIŞ'ê ya li dijî girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran a Hesekê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ku di encamê de bi sedan girtiyên DAIŞ'ê reviyan, ev metirsî careke din derdikeve holê.

‘DAIŞ MIJÛLBÛNA CÎHANÊ BI ŞERAN BI KAR TÎNE’

Pisporê tevgerên îslamî û terorîzma navneteweyî Munîr Edîb diyar kir ku operasyonên DAIŞ'ê yên li Sûriye, Iraq û Îranê nîşan didin ku ew ji mijûlbûna civata navneteweyî bi şerê li rojhilatê Ewropayê û Rojhilata Navîn, sûdê werdigire.

Edîb wiha domand: "Şerê ku li rojhilatê Ewropayê dest pê kiriye ku Amerîka û Ewropayê jî tê de cih girt û ketin şerekî demdirêj li dijî Rûsyayê û şerê ji zêdetirî 3 mehan ê li Filistînê, hiştin civata navneteweyî bi van her du şeran mijûl bibe."

Edîb diyar kir ku di encama van şeran de bandor li xebatên têkoşîna li dijî terorîzma navneteweyî bû û DAIŞ xurttir bû û got: "DAIŞ di dema bê de dê zêdetir xurt bibe û metirsiyê bide ewlehiya neteweyî ya herêmê."

Edîb da zanîn ku sedemên binketina Koalîsyona Navneteweyî di têkbirina DAIŞ'ê de gelek in, wek mijûlbûna cîhanê bi şer û aloziyên hundirîn û got: "Îradeyeke rastîn a têkbirina rêxistinên tundraw li ba civata navneteweyî tune ye, ji ber wê jî mijûlbûna wan bi zanabûn e. Dibe ku daxwaza wan a têkbirina DAIŞ'ê tune ye, ev jî xuya dibe dema ku em dibînin çawa hin dewletên herêmê destekê didin rêxistinên tundraw, di serî de DAIŞ, lê tevî wê jî civata navneteweyî li hember van dewletan bê deng ma."

Edîb wiha zêde kir: "Hin dewletan girtîgehên girtiyên DAIŞ'ê tê de topbaran kirin, dîsa jî civata navneteweyî bê deng bû, tevî ku ev topbaran derfetê ji çeteyan re vedike ku ji girtîgehê birevin."

‘ÇARESERÎ EW E KU VEGERIN WELATÊ XWE’

Edîb destnîşan kir ku hiştina parastina girtêgehên DAIŞ'ê di destê hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de ku derfetên wan ên leşkerî, îstixbaratî û aborî kêm in, hişt DAIŞ êrişeke wiha pêk bîne.

Di dawiya axaftina xwe de Edîb hişyariya dubarebûna êrişên da û got: "Çareseriya rastîn ew e ku ew çete vegerin cihê ku jê hatine û li wan dewletan jî bên darizandin."

(mh)