Rêwîtiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk

Sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku sala 2014’an bi îlankirina kantonê destpê kir, di 10 salan de tevahiya Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê girt nava xwe û veguherî navnîşana çareseriya pirsgirêkan.

Rêwîtiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk
21 ÇILE, 2024   04:34
NAVENDA NÛÇEYAN
CÎHAN BÎLGÎN

 Çirûska Biharan Gelan a ku li Tunisê dest pê kir, 15`ê Adara 2011`an gihîşt Sûriyeyê jî û gelan dijî desthilatdariyê daxwazên azadî û demokrasiyê anîn ziman. Rapêrîna gelan a bi rêbazên aştiyane destpê kiribû, ji ber destwerdana hêzên herêmî û navnetewî yên desthilatdar, di demek kurt de vegûherî alozî û şerê berjewendiyan. Vê yekê jî bi xwe re komkujî, hilweşîn, koçberî-paneberî û dagirkerî anî.

Bi despêka Bihara Gelan re li Rojavayê Kurdistanê rewşek cudatir diqewimî. Li vê erdnîgariyê bi felsefeya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînek dehan salan didomiya; rêxistinkirin, perwerde û zanebûn êdî bi rengê sazûmaniyê derdiket holê.

RÊYA SÊYEMÎN

Kurdên Rojavayê Kurdistanê tecrubeyên têkoşîna xwe ya dehan salan veguherandin şeklê xwerêvebirinê û dest bi avakirina saziyan kirin. Li aliyekê xebata yekrêziya navmala Kurdî hat meşandin, li aliyê din bi pêkhateyên din ên herêmê yên Ereb, Suryan, Ermen re danûstendinên ji bo têkoşîna yekrêzî û azadiya gelan hatin meşandin. Di vê çarçoveyê de hemû pêkhateyên herêmê (Kurd, Ereb, Asurî-Suryanî, Ermenî) xwe ji destwerdanên derve dûr girtin, pişta xwe nedan tu hêzên din û rêya sêyemîn hilbijartin.

GAVÊN BER BI ŞOREŞÊ VE

Şeklê xwerêveberin û pêwendiyan di çarçoveya xweseriya demokratîk de hat diyarkirin. Bi vê mebestê li gund û taxan dest bi avakirina komînan hat kirin. Di Cotmeha 2010’an de li gundan komînên yekem hatin avakirin. Di Cotmeha 2011’an de wekî sîwaneya sazûmaniyan TEV-DEM hat damezirandin. Piştre Meclisa Gel a Rojavayê Kurdistanê (MGRK) ku ji 354 kesap pêk dihat û sedî 40’ê wê jin bûn hat avakirin.

Li aliyê din bi pêşengiya TEV-DEM'ê bi beşdariya hemû pêkhateyên li Rojavayê Kurdistanê çalakî dihatin lidarxistin û vediguherîn rêxistinbûnan. Ji komînan heta meclîs, perwerde û parastinê gavên girîng hatin avêtin. Sala 2011’an Yekîneyên Parastina Gel (YPG) wekî hêza parastina tevahiya pêkhateyan hat avakirin.

19 TÎRMEH

Gavên dihatin avêtin di sala 2012’an de êdî ber bi şoreşekê ve diçûn. Çirûska şoreşê roja 19’ê Tîrmehê (2012) li Kobanê hat pêxistin. Piştre li bajarên Efrîn, Serêkaniyê, Dirbêsiyê, Amudê, Dêrik, Girkê Legê, Tirbespiyê, Qamişlo, Til Temir, Hesekê belav bû. Bi rizgarkirina bajaran re, hêvî û baweriya gelan a ji bo jiyanek hevbeş û azad xurt dibû, hêzên parastinê her ku diçû rengîn û bihêz dibûn. 

RENGÊ RÊVEBERIYÊ

Şoreşa ku ji bilî herêmê li cîhanê jî deng veda, êdî rengê xwe yê rêveberiyê jî zelal dikir. Li bajarên rizgarkirî meclîsên gel, li taxan Malên Gel û girêdayî wan jî komîteyên xebatê hatin avakirin. Heta destpêka sala 2014’an gelan hemû pirsgirêkên xwe bi riya van saziyan çareser kirin. Lê nîqaşên û gotubêjên li ser sîstemeke ku tevahiya herêmê hembêz dike û hemû rengan dihewîne hatin meşandin.

Nîqaşên liser avakirina rêveberiyê ji du aliyan ve hatin meşandin. Li aliyekê di nava partiyên Kurdan de danustendin çêbûn, li aliyê din hemû pêkhateyan nîqaş kirin. Li gel nîqaşên partiyên Kurdan 24'ê Tîrmeha 2012'an bi beşdariya MGRK û ENKS`ê Desteya Bilind a Kurd hat avakirin. Di bin sîwaneya wê de jî komîteyên dîplomasî, xizmetên civakî û parastinê hatin avakirin.

TEVÎ ASTENGIYA ENKS’Ê JÎ RÊVEBERÎ…

Piştî nîqaşên navmala Kurdî û pêkhateyên din (Ereb, Suryan, Ermen, Çerkez) projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate pêşniyarkirin. Desteya Bilind jî xwedî li projeyê derket. Proje ji partî û saziyan re jî hate pêşkêşkirin. Têkildarî mijarê 8`ê Îlona 2013`an di navbera MGRK û ENKS`ê de belgenameyek ji 9 xalan pêk tê hat îmzekirin. Li gorî belgeyê pêwîst bû hevpeynakek civakî bihata amadekirin û ji bo ewlehiya herêmê jî hêzên ewlehiya hundirîn bihatana avakirin. Hemû amadekariyên ragihandina saziyên rêveberiyê hatin kirin, lê rojek beriya ragihandinê ENKS`ê li ser fermanên Tirkiyeyê xwe paşve kişand.

MECLÎSA DAMEZIRÎNER A DEMKÎ Û HEVPEYMANA CIVAKÎ  

Lê hewildanên ENKS`ê têk çûn; gelên herêmê yên yekîtiya xwe avakiri bûn, roja 12`yê Mijdara sala 2013`an Meclisa Giştî ya Damezirîner a Rêveberiya Demkî ragihand. Li gorî projeyê herêmên Rojava we bi rengê kantonan bihatana birêvebirin. Kanton jî wekî Cizîr, Kobanê û Efrîn hatin diyarkirin. Wê her kantonekê jî meclîsa xwe ava bikira.

Roja 6’ê Çileya 2014’an li bajarê Amûdê bi tevlîbûna nûnerên 52 partî, rêxistin, tevgerên civakî yên sivîl, tevgerên jin û ciwanan, 15 kesayetên serbixwe pêşnumayên “Rengê Rêveberiyê”, “Hevpeymana Civakî” û “Qanûnên Hilbijartinê” hatin qebûlkirin. Di Hevpeymana Civakî de xalên têkildarî zimanên fermî (Kurdî, Erebî, Suryanî), azadî, edalet, wekhevî, perwerde, tenduristî, parastina ekolojî, azadiya jin, parastina mafên jin û zarokan xalên ku bal kişandibûn.

ÎLANKIRINA KANTONAN

Piştî gelek civîn, nîqaşên gel, sazî, partiyan êdî şeklê dawî yê sîstema Xweseriya Demokratîk hat dayîn. Di 21’ê Çileya 2014`an de jî Meclîsa Qanûnsaz a Demkî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li bajarê Amûdê civiya û Rêveberiya Demkî ya Kantona Cizîrê ragihand. Li gel ragihandinê gelên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr, Kildan, Ermen, Çerkez û Tirkmen wê rojê daketin kolanan û ragihandina rêveberiyê bi şahiyan pîroz kirin. Piştî Cizîrê 27`ê Çileyê li Kobanê û 29`ê Çileyê jî li Efrînê Rêveberiya Xweser hat ragihandin.

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantonan ku li ser hîmê kesayeta azad-jiyana komînal a demokratîk, civaka polîtîk-exlaqî, hevjiyana azad, xweseriya aborî, avahiya hiqûq, çand, pergala parastinê û dîplomasiyê hat avakirin, ji bo meşandina xizmetan jî deste ava kirin. Hemû pêkhateyên li herêmê bi rengekî wekhev û demokratîk bi reng û nasnameya xwe cihê xwe di tevahî meclîs, deste û ofîsan de girtin.

KORDÎNASYONA KANTONAN

Di navbera hersê kantonan de erdnîgariyên di destê çeteyan de hebûn, lewma pêwêndiya navbera kantonan têrker nebû. Ji bo dagirtina vê valahiyê sala 2015’an Kordînasyona Kantonan hat avakirin. Di mijarên hevpar ên weke parastin, ewlekarî, perwerde, siyasî-dîplomasiyê de kordînasyonê rolek girîng list.

NÛNERTIYÊN DERVE

Rêveberiya Xweser ku li nava gelên herêmê de coşek mezin ava kiribû, li devre jî deng veda. Lewma xebatên dîplomatîk ên rêveberiyê hêdî hêdî encam didan. Yekemîn nûnertiya Rêveberiya Xweser di sala 2015`an de li Silemaniyê hate vekirin. Piştre li Avusturya, Fransa, Almanya, Rusya, li ser navê welatên Beneluks (Belçîka, Hollanda, Luksemburg), li Belçîka û li ser navê welatên Îskandînavya (Siwêd, Danîmarka, Fînlandiya, Norweç, Îzlanda) jî li Siwêdê nûnertî hat vekirin. Li Lubnan û Îmaratê jî ofîsên rêveberiyê hatin vekirin.

BERFIREHBÛNA PERGALA RÊVEBERIYA XWESER

Hemwextî raçandina tora rêveberiya xweser, herêmên di bin dagirkeriya çeteyan de dihatin rizgarkirin; li van herêman meclîs dihatin avakirin. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ku sala 2015`an hat damezirandin, 2015’an Girê Sipî, 2016’an Minbic, 2017’an Tebqa û Reqa hat rizgarkirin. Piştî rizgarkirinê li van herêman jî meclîsên gel hatin avakirin. Bi armanca ahengiya navbera tevahiya herêman û pêkanîna pergala rêveberiya xweser 2017’an Federasyona Bakûrê Suriyeyê hat îlankirin. Di vê çarçoveyê de pergala rêveberiyê wekî 3 Herêm (Cizîr, Firat û Efrîn) û 6 kantonan (Qamişlo, Hesekê yên girêdayî Herêma Cizîrê, Girê Sipî û Kobanê yên girêdayî Herêma Firatê û Efrîn, Şehba yên girêdayî Herêma Efrînê) hat diyarkirin. Minbic, Reqa û Tebqa jî wekî rêveberiyên sivîl hatin diyarkirin.

Sala 2019’an jî Dêrazor ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kirin. Li gel vê geşedanê nîqaşên li ser şeklê rêveberiyê jî kûrtir bûn. Roja 6`ê Îlona sala 2018`an Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat ragihandin.

NASKIRINA FERMÎ YA RÊVEBERIYA XWESER

Divê navberê de xebatên dîplomatîk ên rêveberiyê jî dom kirin. Di encama van xebatan de Parlamentoya Herêma Xwesar a Katalonya ya girêdayî Îspanyayê di salvegera rizgarkirina bajarê Reqayê (20`ê Cotmeha 2021) de bi awayekî fermî Rêveberiya Xweser nas kir.

HEVPEYMANA CIVAKÎ Û GUHERTINÊN DAWÎ

Bi rizgarkirina cihên dagirkirî û mezinbûna pergalê re, nîqaş û gotubêjên li ser pergalê û Hevpeymana Civakî jî berfirehtir bû. di vê çarçoveyê de sala 2021’an piştî civînên bi tevlîbûna pêkhateyên herêman, jinuvê nivîsandina Hevpeymana Civakî hat rojevê. Di encama xebatên 2 salan de reşnivîsa hevpeymanê hat temamkirin û pêşkêşî Meclisa Giştî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat kirin. Meclîsê jî di civîna xwe ya 91’emîn (2023) de hevpeyman erê kir. Roja 13’yê Kanûna 2023`yan jî erêkirina wê bi daxuyaniyekê ji raya giştî re eşkere kir.

Li gorî hevpeymana nû ku ji 4 beşan û 134 xalan pêk tê, di pergala rêveberiya xweser de guhertin hat çêkirin û navê herêmê weke Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat guhertin. Dîsa pergala herêman (Cizîr, Firat, Efrîn) hat rakirin, kanton esas hatine girtin. Li gorî vê yekê herêm ji 7 kantonan (Efrîn-Şehpa, Cizîr, Kobanê, Minbic, Reqa, Dêrazor, Tebqa) pêk tê.

 ANHA