Sibe ˊMeşa Colemêrgê’ ji Şemzînanê dest pê dike

Li Colemêrgê li dijî desteserkirina şaredariyê dê mitîng bê lidarxistin. Beriya mitîngê bi 3 rojan dê meş bên lidarxistin. Starta meşê sibê ji Şemzînanê dest pê dike.

Sibe ˊMeşa Colemêrgê’ ji Şemzînanê dest pê dike
9 hezîran, 2024   20:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li Colemêrgê wê li dijî desteserkirinê di 13’ê hezîranê de mitînga bi dirûşma “Şaredarî yên gel in, em ê destûrê nedin desteserkirinê” bê lidarxistin. Beriya mitîngê dê meş bê lidarxistin. Starta meşê sibê ji navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê tê dayîn. Hevserokên Giştî yên DBP’ê, parlamenterên DEM Partiyê û gelek kes tevlî meşê bibin û sibê saet li 13.00’an dê dest pê bike. Meş wê bi dirûşma “Em ji bo demokrasiyê dimeşin Colemêrgê” pêk were û dê meş li navçe, bajarok û gundên Colemêrgê bên kirin.

Milê meşê yê Şemzînanê wê sibê ji navenda navçeyê û gundan dest pê bike û di 11’ê Hezîranê de jî wê li Geverê û gundên wê be. Di 12’ê Hezîranê de jî wê milê meşê yê navçeya Çelê û gundên dest pê bike. Piştî re jî wê milên meşan li Colemêrgê bigihîjin hev û tevlî mitîngê bibin.

Mitîng dê di 13’ê Hezîranê de li ber Mizgefta Gewre ya Colemêrgê bi beşdariya hevserok, nûner û rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demorkatîk (DBP), Tevgera Jinên Azad (TJA), DEM Partî, Tifaqa Ked û Azadiyê, pêkhateyên DEM Partî û rêxistinên civakî yên sivîl pêk were.