Macron bi telefonê bi Mazlûm Ebdî re ji bo agirbestê axivî

Fermandarê Giştî yê QSDˊê ji serokê Fransayê telefonek li ser piştevaniya Fransayê ji bo agirbestê û jinûve destpêkirina diyalogê wergirt.

Macron bi telefonê bi Mazlûm Ebdî re ji bo agirbestê axivî
23 ÇILE, 2026   00:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî ji Serokê Fransayê Emmanuel Macron telefonek wergirt. Macron di telefona xwe de piştgiriya xwe ji bo hewldanên QSDˊê û aliyên ku ji bo pêkanîna agirbestekê û vegera rêya diyalog û danûstandinan li Sûriyeyê dixebitin, da ku çareseriyek mayînde çêbibe û bikeve xizmeta berjewendiya giştî ya tevahiya herêmê, anî ziman.

Macron bal kişand ser pêkanîna rêkeftinên berê yên di vê dawiyê de, di navbera QSDˊê û hikumeta Sûriyeyê de çêbûne û pêwîstiya parastina mafên pêkhateyan.

(fr)