Macron parlamentoya Fransayê fesh kir

Serokkomarê Fransayê Macron piştî encamên hilbijartinên Parlamentoya Ewropayê, parlamentoya welatê xwe fesh (betal) kir. 

Macron parlamentoya Fransayê fesh kir
9 hezîran, 2024   23:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ˊrastgirên tundrawˊ di hilbijartinên Ewropayê de bi ferqekî mezin li dijî partiya ku piraniya wê girêdayî serokatiyê ne, serokkomarê Fransa Emmanuel Macron ragihand ku parlamentoya Fransa fesh kir.
Li gorî nûçeya AFP’ê, piştî encamên hilbijartinan eşkere bûn, Macron di kanaleke televîzyonê de ragihand ku wî parlamento fesh kiriye. Macron got, dê piştî demeke kurt biryara lidarxistina hilbijartinên pêşwext ên giştî bide û got, dê tûra yekemîn a hilbijartinan di 30ˊê Hezîranê de û tûra duyemîn jî di 7ˊê Tîrmehê de pêk bên.
Macron diyar kir ku encamên hilbijartinên Ewropayê ji bo partiyên ku berevaniya Ewropayê dikin, ne baş bûn û serkeftina neteweperestan metirsîdar e.
Berî wê bi çend deqeyan jî, serokê Partiya Kombûna Niştîmanî Jordan Bardella ku di hilbijartinan de bi ser ketiye ragihand ku hilbijartinên nû yên parlamentoyê dê li dar bikevin.
 (mh)