Ji hikumeta Îsraîlê 2 wezîran îstîfa kirin

Bi sedema li gel Netanyahu stratejiya piştî şerê li xezayê tune ye, 2 wezîrên ji hikumeta şer a Îsraîlê îstîfa kirin.

Ji hikumeta Îsraîlê 2 wezîran îstîfa kirin
9 hezîran, 2024   23:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Wezîrê di hikumeta şer a Îsraîlê de Benny Gentz piştî ku meha borî gefa istîfakirinê xwaribû, îro îstîfa kir. Benn Gentz aşkera kir ku tu stratejiyek piştî şerê li Xezayê tune ye, ji ber wê îstîfa kir.

Gantz destnîşan kir ku Netanyahu rê nade wan ku ber bi serkeftineke rastîn ve biçin û ji ber wê jî ew hikumetê bi dilekî xemgîn û bi dilsoziyeke mezin dihêlin.

Her wiha Gantz diyar kir ku Netanyahu dê di şerê li dijî Hemasê de bi bin bikeve.

Girêdayî wê, wezîrê hikumeta şer a Îsraîlê Gadi Eisenkot jî îstîfa kir.

Eisenkot diyar kir ku tevî hewldan û xebatan, lê dîsa jî Netanyahu biryarên girîng ên ji bo pêkanîna armancên şer û pêşxistina rewşa stratejî ya Îsraîlê nedan û got: "Nedana biryarên girîng dê zirarê bidin rewşa stratejî û ewlehiya neteweyî ya Îsraîlê. Ji ber wê jî dema derketina ji hikumetê hat."

(mh)