‘Tişta ku li Kobanê dibe li derveyî xalên entegrasyonê ye’

Piştî Peymana 29`ê Çileyê entegrasyonê li Rojavayê Kurdistanê dest pê kir. Lê li Kobanê tiştê ku dibe ji derveyî xalên entegrasyonê ye.

‘Tişta ku li Kobanê dibe li derveyî xalên entegrasyonê ye’
8 tîrmeh, 2026   05:45
KOBANÊ

Piştî pêvajoya dawîn a li Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî û hikumeta demkî ya Sûriyeyê ve peymanek hatibû îmzekirin û bi wê peymanê êdî dest bi entegrasyonê kirin. Li bajarê Kobanê jî heta niha entegrasyon wekî xalên ku di 29`ê Çileyê de diyar kiribûn, nameşe.

Hevserokê Desteya Jîngehê ya Kobanê Arif Balî têkildarî entegrasyonê axivî. Balî got piştî banga Rêber Abdullah Ocalan a dîrokî êdî dest bi mijara entegrasyona demokratîk jî hat kirin û wiha axivî: “Di 8`ê Çileyê de dest bi êrişekê hat kirin. Piştî wê di 29`ê Çileyê de jî peyman hat îmzekirin ku entegrasyon pêk were û xebatên xwe bi hev re pêk bînin.”

‘ROJAVAYÊ KURDISTANÊ XWEDÎ STATUYEKÊ YE’

Arif Balî wiha pê de çû: “Di vê pêvajoyê de Rojavayê Kurdistanê xwedî statuyekê ye ku li pey xwe 14 sal hiştiye û bingehê xwe gelekî qewîn e. Rêveberiya Xweser û civak bi giştî xwe di bin wê sîwanê de bi rê ve dibir. Di xalên sereke de ku saziyên Rêveberiya Xweser wekî xwe dê tev li nava saziyên hikumeta demkî bibin.”

Arif Balî got heta niha li Kobanê tu gav nehatine avêtin. Hikumeta demkî jî dixwaze ew bikevin wan saziyan. Balî got ji erkdarkirina rêveberiya bajêr û heta demên dawîn jî tayînkirina gelek kesên din jî, ne li gorî îradeya civaka Kobanê ne.

Balî li ser hilbijartinên parlamentoyê got: “Ji bo herêma Kurdan divê delegeyên ku bên hilbijartin pir bûna. Lê hejmara wan gelekî kêm bû. Niha herî kêm divê 40 delege û kursî di destê Kurdan de bûna. Lê ev tişt jî nehat kirin û ew yek jî kete berjewendiyên ENKS`ê û hikumeta demkî. “

Arif Balî got li herêmên Kurdan hikumeta demkî Baasiyên berê û ENKS`ê digire cem xwe û got: “Entegrasyon li gorî dema ku jêre hatibû veqetandin, nehat bicihanîn. Hikumeta demkî jî eger bixwaze demokratîkbûnê bide avakirin, divê berî her tiştî berê xwe bide nava gel û hemû pêkhateyên wî gelî biparêze. Heta niha tu budçe ji bo gelê Kobanê nehatiye veqetandin, ew bi xwe bi rihê welatparêziyê kar dikin.”

Balî got: “Wekî hikumeta rûxiyayî ya Baasê, niha eynî feraset li cem hikumeta demkî ye. Yê ku îradeya gel ji xwe re neke bingeh û li ser wî esasî jî tê nekoşe, dê ew jî birûxe.”

Balî di dawiyê de got: “Şervanên me yên ku heta niha jî esîr in, ta roja îro rewşa wan ne zelal. Hevpeyman hatiye kirin, çima heta niha ew kes di zindanê de ne?”

Seroka Desteya Jinan a Kobanê Macîde Hesûn jî bal kişand ser rola jinan di nava entegrasyonê de û got jin bingeha civakê ne. Macîdeyê got: “Entegrasyon ew e ku bi hev re xwedî têkilî bin û entegrasyoneke demokratîk pêk were. Divê hilbijartinên demokratîk jî bên kirin. Heke bi vî şêwazî here, dê ev pêvajo ber bi xetereyekê ve biçe.”

Macîdeyê got tenê di Sûriyeyê de rengek derdikeve pêş û bi taybet jî dixwazin jinan dûrî entegrasyonê bixin û wiha dewam kir: “Divê jin di hemû waran de rasterast di nava entegrasyonê de cihê xwe bigirin. Ne tenê entegrasyon yekalî diçe, tê de îradeya jinan jî nayê pejirandin. Wiha be dê ber bi têkçûnê ve biçe.”

Macîdeyê axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêşengtî û têkoşîna jinan heta niha li pêş e. Li seranserî cîhanê berxwedana ku YPJ`ê kir, di sîstema heyî de jî nayên pejirandin, dê ew yek hilweşe ger ku jin tê de cih negirin. Berxwedana ku li seranserî Rojava pêk hat, bi destê jinan bû. Divê di destûra Sûriyeyê de jî jin cih bigirin. Divê mafê Kurdan bê qebûlkirin. Dê têkoşîna me jî dewam bike. Dê YPJ jî di nava artêşê de cihê xwe bigire. Ji ber ku bi destê jinan DAIŞ têk çû.”

(ekîb)

ANHA