Lijneya Hilbijartinê ya Kantona Efrîn-Şehbayê hat avakirin

Meclisa Demokratîk a Gelan a lijneya hilbijartinê ya kantona Efrîn-Şehbayê ava kir. Bi vê yekê li her heft kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê lijneyên hilbijartinan hatin avakirin.

Lijneya Hilbijartinê ya Kantona Efrîn-Şehbayê hat avakirin
9 gulan, 2024   11:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Gelan a Demokratîk a Kantona Efrîn-Şehbayê, Lijneya Hilbijartinê ku ji 8 endaman pêk tê, ava kir. Bi vê yekê li her heft kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê; Cizîr, Firat, Reqa, Tebqa, Minbic, Dêrazorê, Efrîn-Şehbayê lijneyên hilbijartinan hatin avakirin.

Avakirina lijneyên hilbijartinê di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên şaredariyên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk hat.

Lijneyên hilbijartinan ên kantonan dest bi avakirina komîteyên hilbijartinan ên bajar û bajarokan jî kiriye.

30’ê Gulanê dê hilbijartinên şaredariyan li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk werin.

(bb)

ANHA