Rojnameyên erebî: Hemas bi fikar e ku deriyê Refehê ji kontrola wê derkeve

Rojnameyên erebî di weşanên xwe yên vê sibê de cih da siberoja deriyê sînor ê Refehê, hilbijartinên Iraqê û rewşa Lîbyayê.

Rojnameyên erebî: Hemas bi fikar e ku deriyê Refehê ji kontrola wê derkeve
9 gulan, 2024   11:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya El Ereb El Londoniye nûçeyek bi sernavê "Dema deriyê Refehê ji bin kontrola Hemasê derkeve wê demê Hemas dê ji hev bê xistin" weşand. 

Di nûçeyê de hate diyarkirin ku kontrolkirina deriyê Refehê ji aliyê Îsraîlê ve, ne tenê serpêhatiyeke leşkerî ya serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu bû, lê armanc, radestkirina rêveberiya derî ji şîrketeke ewlehiyê ya amerîkî re bû û ev tê wateya bidawîkirina kontrola tevgera Hemasê li ser derî û di dawiyê de dê desthilata wê li Xezayê were jihevxistin.

Li gorî rojnameyê, ev mijar Hemasê tevlihev dike û dê rûbirûyî hevkêşeyeke dijwar bihêle û ev nirxandin hatin kirin: “Heke Hemas kontrolkirina derî ji aliyê şîrketekê ve red bike, dê kel û pel û alîkarî derbasî Xezayê nebin, wê demê filistînî dê pirsa sedemên vê astengkirinê û dorpêçê bikin. Heke Hemas vê mijarê qebûl bike jî, wê demê dê bi destê xwe desthilata xwe rûbirûyî jihevxistinê û paşguhkirinê bihêle, nemaze ku Hemas baş dizane yê deriyê Refehê kontrol bike, dê çavdêriya kel û pelan û çekan û heta tunelên wê bike û dê tevgera Hemasê ber bi derve ve sînordar bike.”

‘HIKUMETA SÛDANÎ LI SER KAR E Û PÊŞHILBIJARTIN TUNE NE’

Der barê Iraqê de rojnameya El Erebî El Cedîd nûçeyek weşand. Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe spartine rêveberê "Çarçoveya Hemahengiyê" Hesen Fedam “Wê hilbijartinên parlamentoyê dawiya 2025`an li dar bikevin û pêşhilbijartin çênebin.”

Li gorî rojnameyê, pêşhilbijartin daxwaza sereke ya Tevgera El Sedr bû ku beriya avakirina hikumeta Sûdanî ji aliyê Çarçoveya Hemahengiyê ve banga wê kiribû.

Fedam ji rojnameyê re got: “Hilbijartinên parlamentoyê yên bê, wê dawiya 2025`an bin. Lê heta niha tu bihaneyek tune ye, ji bo ku pêşhilbijartin bên lidarxistin, nemaze hikumeta Sûdanî di aliyê siyasî de gelek destkeftî bi dest xistin, bi taybet di warê xebatan de.”

‘JI BO ÇARESERKIRINA ALOZIYA LÎBYAYÊ TOREKE NÛ YA DIYALOGAN LI QAHÎREYÊ’

Rojnameya El Beyan cih da hewldanên çareserkirina aloziya Lîbyayê. Hate gotin, serokê Meclisa Serokatiyê ya Lîbyayê Mihemed El Minfî, serokên palamento Eqîla Salih û Mihemed Tikale amade ne li navenda Komkara Erebî careke din dest bi dan û standinan bikin.

Li gorî rojnameyê ku agahiyên xwe spartin çavkaniyên lîbyayî Rîbad (paytexta Mexribê) amade ye Salih Eqîle û Mihemed Tikale pêşwazî bike û wan bîne cem hev, da ku nêrînên her du meclisan der barê pêşniyara avakirina hikumetekê û çareserkirina aloziya erkên siyasî de, nêzî hev bibin.

Rojnameyê cih da şîroveyên çavdêran ku di wê civînê de dê lihevhatin, yekkirina saziyên dewletê û şert û mercên lidarxistina hilbijartinan û avakirina hikumetê, bên nîqaşkirin.

(şx)