Li Çiyayên Gabar û Cûdiyê qedexeya dagirkeran

Çiyayên Cûdî û Gabarê yên li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve di bin navê 'Herêma ewlekariya taybet a demkî' ji bo 15 rojan li şêniyên herêmê hatin qedexekirin.

Li Çiyayên Gabar û Cûdiyê qedexeya dagirkeran
9 gulan, 2024   11:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî ANF’ê herêmên Çiyayên Cûdî û Gabarê yên li navenda Şirnexê, navçeyên Cizîr, Basa û Silopiyayê ne, ji bo 15 rojan weke 'herêma ewlekariya taybet a demkî' hatine ragihandin.

Walîtiyê diyar kir ku qedexe wê heta 24'ê Gulanê dewam bike.