Li Yemenê keşteyeke kargoyê hat hedefkirin

Hate ragihandin ku çekdarên nenas li başûrê rojavayê bajarê Hudeyda yê Yemenê keştiyeke kargoyê li Deryaya Sor kir hedef. Aliyên peywendîdar têkildarî bûyer dest bi lêpirsîn û lêkolînkirinê kirine.

Li Yemenê keşteyeke kargoyê hat hedefkirin
5 tîrmeh, 2026   14:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Çalakiyên Pazirganiya Deryayî ya Brîtanî ragihand ku piştî banga alîkarxwestinê ya keşteya kargoyê ku tê de gotine çekdarên nenas êrişê pêk tînîn, wan der barê bûyerê de agahdarî wergirtine.

Desteyê diyar kir ku bûyer bi dirêjahiya 30 meylên dereyî li başûrê rojavayê bajarê Hudeyda yê Yemenê qewimiye.

Desteyê ragihand ku aliyên peywendîdar dest bi lêpirsîn û lêkolînkirina bûyerê kirine. Her wiha destnîşan kir ku wan têkildarî tevgerên ne normal hişyarî dane keşteyên ku di herêmê re derbas dibin.

Heta niha ti alî berpirsyartiya êrişê negirtiye ser xwe.

(sb)

ANHA