Dewreyeke perwerdeyê li ser entegrasyona demokratîk dest pê kir

Komîteya Perwerdeyê ya PYD‘ê ya bajarê Çilaxayê bi beşdariya 40 endaman dewreyeke perwerdeyê li ser entegrasyona demokratîk da destpêkirin.

Dewreyeke perwerdeyê li ser entegrasyona demokratîk dest pê kir
Dewreyeke perwerdeyê li ser entegrasyona demokratîk dest pê kir
Dewreyeke perwerdeyê li ser entegrasyona demokratîk dest pê kir
Dewreyeke perwerdeyê li ser entegrasyona demokratîk dest pê kir
Dewreyeke perwerdeyê li ser entegrasyona demokratîk dest pê kir
5 tîrmeh, 2026   15:05
QAMIŞLO

Komîteya Perwerdeyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya bajarê Çilaxayê dewreyeke perwerdeyê li ser nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên têkildarî entegrasyona demokratîk da destpêkirin.

40 endam û rêvberên saziyên xizmetguzarî, meclisa bajêr, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şorşeger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan beşdarî dewreya perwerdeyê bûne ku li avahiya PYD‘ê ya bajar hatiye destpêkirin.

Di dewreyê de ku dê 5 rojan dewam bike dê Manîfestoya Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan were xwendin û şîrovekirin.

Roja yekemîn a perwerdeyê bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Piştre endama Komîteya Perwerdeyê ya PYD‘ê Nizha Seyfedîn axivî û got, "Analîzên Rêber Abdullah Ocalan ji têgînên civaka xwezayî dest pê dikin. Civakên xwezayî bi pêşengiya jinan kar û barên xwe li ser bingehê tevkarî, dadperwerî û wekheviyê bi rêve dibirin. Têgihîştina kokên pirsgirêka dîrokî bingeha gihîştina çareseriyên bingehîn e."

Nizhayê bi bîr xist ku di civaka xwezayî de jiyana hevbeş û exlaq li pêş bûn, lê bi derketina dewletê û desthilata hiyerarşîk re avahiya civakî hilweşiya û parçebûn çêbûn. Ev jî yek ji armancên sîstemên kapîtalîst pêk tînin.

Nizha Seyfedîn di dawiya axaftina xwe de got, projeya neteweya demokratîk ku li ser bingehê jiyana hevbeş, dadperwerî û wekheviyê bi rêya entegraysona demokratîk ava bûye, li gorî nêrîna Rêber Abdullah Ocalan, rêya herî rast a parastina gelan û têkiliyên wan ên dîrokî li hember siyasetên perçekirinê ye.

Perwerde dê 5 rojan dewam bike.

(bb)