129 cangorî hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a kampên Waşûkanî û Serêkaniyê merasîma bîranîna 129 şehîdên mehên Sibat, Adar, Nîsan, Gulan, Hezîran û Tîrmeh li dar xist.

129 cangorî hatin bibîranîn
129 cangorî hatin bibîranîn
129 cangorî hatin bibîranîn
129 cangorî hatin bibîranîn
129 cangorî hatin bibîranîn
129 cangorî hatin bibîranîn
129 cangorî hatin bibîranîn
129 cangorî hatin bibîranîn
129 cangorî hatin bibîranîn
129 cangorî hatin bibîranîn
129 cangorî hatin bibîranîn
129 cangorî hatin bibîranîn
129 cangorî hatin bibîranîn
129 cangorî hatin bibîranîn
5 tîrmeh, 2026   14:13
HESEKÊ

Meclisa Malbatên Şehîdan a kampên Waşûkanî û Serêkaniyê merasîma bîranîna 129 cangoriyên di mehên Sibat, Adar, Nîsan, Gulan, Hezîran û Tîrmeh ên li cihên cuda şehîd bûne, li dar xist.

Merasîm li hola Reşo ya bajarê Hesekê bi beşdariya bi dehan malbatên şehîdan, nûnerên saziyên sivîl û hêzên leşkerî, endamên komîn û meclisan pêk hat.

Piştî deqeya rêzgirtin, hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Cizîrê Mahsûm Hesen axivî.

Hesen di axaftina xwe de tevahî şehîd bi bîr anîn û got, fedakariyên wan bû bingeha meşa têkoşîna ji bo parastina nasname, ziman û mafên rewa.

Mahsûm Hesen bi domdarî got: "Dijmin ji bo lawazkirina îradeya me û parçekirina me plan kiribûn, lê rihê berxwedanê û xwedîderketina li şehîdan her tim ji hewldanên wan mezintir bûn.  Gel bi mafê xwe ve girêdayî ye."

Ji fermandarên QSD‘ê Alan Hesekê jî ku di bîranînê de axivî, sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza domandina rêya şehîdan da.

Alan Hesekê got: "Şehîd dê di bîra me de bimînin û xwîna wan bû berdêla parastina axê."

Di dawiya merasîmê de sînevîzyonek bi wêneyên şehîdan hat temaşekirin.

(bb)

ANHA