Li Vîetnamê lehî: 18 kes mirin

Li Vîetnamê di encama lehiyan de 18 kesan jiyana xwe ji dest da û 128 hezar mal di bin avê de man.

Li Vîetnamê lehî: 18 kes mirin
30 cotmeh, 2025   13:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Vîetnamê ragihand ku di vê hefteyê de di encama lehiyên li welat de, 128 hezar xanî di bin avê de mane û 18 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Wezareta Jîngehê ya Vîetnamê der barê mijarê de daxuyanî da û diyar kir ku ji roja yekşemê ve li welat baran bi dijwarî dibare.

Wezaretê da zanîn ku di encama lehiyan de li hin herêmên welat bilindbûna avê gihaştiye 3 metreyan.

(dc)