Bi hezaran kesî ji bo Rêber Abdullah Ocalan mafê hêviyê xwest

Bi hezaran şêniyên bajar û gundên kantona Cizîrê, ji bo daxwaza azadiya fîzîkî û mafê hêviyê yê Rêber Abdullah Ocalan, daketin klanan.

30 cotmeh, 2025   13:24
HESEKÊ

Kongreya Star îro ji bo şermezarkirina tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan û daxwaza mafê hêviyê xwepêşandaneke girseyî li dar xist. Bi hezaran şêniyên ji bajarên Hesekê, Holê, Til Temir û Til Brakê, her wiha endamên rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û tevgerên jinan, tev li xwepêşandanê bûn.

Xwepêşandanê li Çerxerêya Sînalko ya bajarê Hesekê dest pê kir û ber bi Parka Rêber a li taxa El Nasira ve çû. Beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên rêxistinên jinan û pankartên "Jin, Jiyan, Azadî” “Mafê hêviyê dê pêk were" hildan.

Di xwepêşandanê de, beşdaran dirûşmên piştgiriya berxwedana Rêber Abdullah Ocalan berz kirin.

Li Parka Rêber piştî deqeya rêzgirtinê, endama Koordînasyona Kongra Star Jiyan Hisên axivî û got: "Em jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, soz didin rêberê xwe, yê ku azadî da me û rêya têkoşîn û wekheviyê li pêşiya me vekir ku em ê têkoşîna xwe heta azadiya wî bidomînin. Em ê felsefeya wî ya azadî û civaka demokratîk bikin rêbazek jiyanê ji bo xwe, wê di jiyana xwe de bicîh bînin."

Berdevka Kongra Star a Holê Bedriya Hisên jî got: "Rêber Abdullah Ocalan her gav bûye bersiva her qonaxê. Piştî ku pergala kapîtalîst a cîhanî ket krîzeke mezin û îsbat bû ku nikare pirsgirêkên heyî çareser bike, rêber bangek ji bo aştî û civaka demokratîk da destpêkirin. Ddewleta Tirkiyê ji bo ku xwe ji aloziyê rizgar bike, berê xwe da Îmraliyê.”

Xwepêşandan bi dirûşmên ku daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin û dirûşmên wekî "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.

(k)

ANHA