Artêşa Îsraîlê 2 bajarokên Lubnanê bombebaran kirin

Çapemeniya Lubnanê ragihand ku artêşa Îsraîlê bajarokên El Cermûq û El Mehmûdiye yên li başûrê Lubnanê bi dijwarî bombebaran kirine.

Artêşa Îsraîlê 2 bajarokên Lubnanê bombebaran kirin
30 cotmeh, 2025   14:26
NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Îsraîlê der barê mijarê de da zanîn ku hêzên wan “binesaziya terorîstan û qaîdeyên avêtina fuzeyan û tuneleke li herêma El Mehmûdiye” bombebaran kiriye. Artêşa Îsraîlê îdia kir ku hemû deverên hatine bombebarankirin, girêdayî Hizbullahê ne.

Ev geşedan piştî artêşa Îsraîlê li bajarokê Bilêda yê başûrê Lubnanê vê sibê bi pêş ket, pêk hat. Di encama pêşketina artêşê de memûrekî lubnanî hate kuştin.

(dc)