Li Til Temirê çalakiya bi daxwaza başkirina rewşa jiyanî û xizmetguzarî

Şêniyên Til Temirê bi çalakiyekê daxwaza kêmkirina bihayan, başkirina rewşa debarê û xizmetguzarî kir.

Li Til Temirê çalakiya bi daxwaza başkirina rewşa jiyanî û xizmetguzarî
Li Til Temirê çalakiya bi daxwaza başkirina rewşa jiyanî û xizmetguzarî
Li Til Temirê çalakiya bi daxwaza başkirina rewşa jiyanî û xizmetguzarî
Li Til Temirê çalakiya bi daxwaza başkirina rewşa jiyanî û xizmetguzarî
Li Til Temirê çalakiya bi daxwaza başkirina rewşa jiyanî û xizmetguzarî
Li Til Temirê çalakiya bi daxwaza başkirina rewşa jiyanî û xizmetguzarî
20 tebax, 2026   19:59
HESEKÊ

Hejmarek şêniyên Til Temirê bi armanca derbirîna nerazîbûna xwe li hember bilindbûna bihayên sotemenî, kel û pelên bingehîn û paşketina kalîteya nan çalakiyek li dar xist. Şêniyan daxwaza pêkanîna tedbîrên bilez ji bo sînordarkirina barên li ser şêniyan kir.

Şêniyan daxwaza başkirina kalîteya nan, pabendbûna bi pîvan û taybetmendiyên destnîşankirî û misogeriya peydakirina nan ji bo tevahiyan kir.

Girêdayî mijarê, şêniyan rêya M4 qut kir da ku daxwazên wan bigihîne cihên eleqedar û destnîşan kir ku bilindbûna bihayên sotemeniyê bandora rasterast li bihayên tevahî kel û pelan û xizmetan dike.

Şêniyan bang li aliyên eleqedar kir ku destwerdanê bikin, rewşa firnan çareser bikin, çavdêriya li ser xebatên wan xurt bikin, kalîteya nav baş bikin û misogeriya peydakirina wan ji bo tevahiyan bikin.

(f)

ANHA