‘ Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê pêvajoya aştiyê bilezîne‘

2 endamên PYD’ê daxwaza pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kir û got azadiya Rêbertî wê pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bilezîne.

‘ Azadiya Rêber Abdullah Ocalan dê pêvajoya aştiyê bilezîne‘
21 tebax, 2026   02:35
HESEKÊ
CAN ILÊWÎ

Rêber Abdullah Ocalan di 27’ê Sibata 2025’an de Banga Aştî û Civaka Demokratîk da destpêkirin, piştre gavên fesixkirina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û şewitandina sembolîk a çekan pêk hat.

Parlamentoya Tirkiyeyê jî di 10’ê Tebaxê de Pêşnumeya Qanûna Çarçoveyê ya 12 xalî pejirand û ji aliyê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ve hat îmzekirin. Ji bo bicihanîna qanûnê komîteyek hat avakirin.  Lê di vê qanûnê de tu bendên girêdayî rola Rêber Abdullah Ocalan di vê pêvajoyê de nin in. Nebûna bendek wiha ji aliyên siyasî û civakî yên Kurdistanî ve rastî rexneyan hat.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Siûd Meîş got ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan heye.

Endamê PYD’ê Mihemed Xelef jî da zanîn ku ji bo serxistina Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêdivî bi hebûna Rêber Abdullah Ocalan û beşdariya wî ya rasterast heye û got: “Ev rêveçûn bêyî wî bi awayekî tê xwestin naçe.”

Xelef da zanîn pêdiviya lezdana vê pêvajoyê bi pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan heye.

(f)

ANHA