Li Til Temir xebatên toreyên kanalîzasyonê ber bi dawî ve diçin

Xebatên ku Şaredariya Gel a Til Temir bi hevkariya Rêxistin “Ekdet” ji bo pêşxistina toreyên kanalîzasyonê li herêma El Seken El Hedîs û kolana Filestîn dest pê kiribû, ber bi dawî ve diçin. Hat diyarkirin ku xebat hefteya bê bi temamî bi dawî bibe.

Li Til Temir xebatên toreyên kanalîzasyonê ber bi dawî ve diçin
Li Til Temir xebatên toreyên kanalîzasyonê ber bi dawî ve diçin
Li Til Temir xebatên toreyên kanalîzasyonê ber bi dawî ve diçin
Li Til Temir xebatên toreyên kanalîzasyonê ber bi dawî ve diçin
Li Til Temir xebatên toreyên kanalîzasyonê ber bi dawî ve diçin
Li Til Temir xebatên toreyên kanalîzasyonê ber bi dawî ve diçin
Li Til Temir xebatên toreyên kanalîzasyonê ber bi dawî ve diçin
Li Til Temir xebatên toreyên kanalîzasyonê ber bi dawî ve diçin
Li Til Temir xebatên toreyên kanalîzasyonê ber bi dawî ve diçin
5 tîrmeh, 2026   12:11
HESEKÊ

Şaredariya Gel a Til Temirê  bi hevkariya Rêxistina “Acted” di çarçoveya peymanekê de ku ji bo pêşxistina binesaziyê û başkirina kanalîzasyona li bajêr îmze kiribûn,  dawiya hefteya borî 2 xebatên pêşxistina toreya kanalîzasyonê dabû destpêkirin.

Der barê mijarê de endamê Daîreya Fenî ya Şaredariya Gel a Til Temir endazyar Abdullah Hesen da zanîn ku ew li ser berfirehkirina toreyên kanalîzasyonê yên herêma El Seken El Hedîs dixebitin û got, beşek ji toreya kevin ku li kolana Filistîn a navenda bajêr ji xizmetê derketibû, tê guhertin.

Hesen anî ziman ku xebatê wan li gorî bernameya hatiya danîn bi rê ve diçe û dibe di hefteya bê bi temamî bi dawî bibe.

Hesen wiha got: “Di çarçoveya bernameyê de li 3 kolanên herêma El Seken El Hedîs xebatê berfirehkirina torên kanalîzasyonê têne kirin. Dirêjahiya toreyan derdora 490 metreyî ye, lûleyên ji madeyeke ku wê ji fakutorên derve diparêze hatiye bikaranîn, boriya sereke bi qutreya 50 cm û boriya beşî jî 40 cm hatiye danîn. "

Hesen got, cara yekemîn e ji bo xebatên kanalîzasyonê li bajarê Til Temir xebatek di vê astê de tê kirin û lalîteya vê xebatê baş e û bandora wê demeke dirêj dimîne.

Abdullah Hesen anî ziman ku proje ji sedî 90 temam bûye û ev agahî dan: "Me karên kolandin, rakirina bermahiyên wê û danîna boriyan li gorî lêkolînan û plana endazyarî bi dawî kirine.  Xebatên mayî jî girêdayî dagirtina cihên kolandî bi rêya kevirên şikestî ye."

Abdullah Hesen têkildarî xebata li  kolana Filistîn jî diyar kir ku beşek ji toreya kevin a ji xizmetê derketibû, bi boriyên bi qutreya 40 cm hat guhertin, piştî rakirina boriyên zirardîtine û danîna toreyên nû, xebatê li wê kolanê ji saedî 80 temam bûye.

Hesen destnîşan kir ku kompanyaya “Dakûr” dê xebatên guhertina toreyê bi dirêjahiya 350 metreyan pêk bîne û got, xebat bi awayeke baş pêk tê, tê payîn ku ew ê di vê hefteyê de bi dawî bibe. 

 (sb)

ANHA